Li Kobanê festîvala zarokan a 6’emîn wê bê lidarxistin

Festîvala zarokan a 6’emin wê 2’ê Îlonê li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê bê lidarxistin.

Bi piştevaniya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Kevana Zêrîn, bi dirûşmeya "Zarok Hêviya Pêşeroja Azad in" wê di 2’ê Îlonê de festîvala zarokan a 6’emîn bê lidarxistin. Tê payîn ku wê du rojan ev festîval dirêj bike û wê dîlan, stran, helbest, şano û wêne di rojeva festîvalê de bin.

Wê Festîval bi meşekê li qada Jina Azad destpê bike û piştre jî wê derbasî Navenda Çand û Hunera Baqî Xido bibe.