BI DÎMEN

Li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê pêşangeha wêneyan

Şêwekarên kantona Firatê bi boneya 8’ê adarê pêşengeheke wêneyan li goristana Şehîd Dîcle lidar xistin. Şêwekaran diyar kirin ku di her tabloyekê de giyan û tabloyên wan dibin yek.

Bi wesîleya 8’ê Adarê îro li kantona Firatê li goristana Şehîd Dîcle pêşangehek hat li darxistin, kesê ku di pêşangehê de amade bûn tevahî bi cil û bergên xwe yê gelêrî û çandî amade bûn. Di pêşengehê de bi dehan tabloyên girêdayî şehîdan, xatirxwestina dawî û name hatibûn neqişandin. Şêwekarên li wir amade ji ANF’ê re axivîn.

Şêwekara bi navê Xeco Îsa ya ku bi gelek wêneyên xwe di pêşengehê cih girtiye, wiha got: “Îro jî bi boneya 8’ê Adarê û ji bo bîranîna şehîdan pêşengehek hat lidarxistin. Me xwest bi boneya 8’ê Adarê şehîdên xwe bi bîr bînin. Li vır li ser her tabloyekê, dayîkekên şehîd û hembêzkirina dawî me neqiş kiriye. Du tabloyên min hene, yê yekemîn li ser dayîk û keça wê ye, ku xatirxwestineke dawî ji hev dixwazin û hev hembêz kirine, tabloya min ya din jî li ser rewşa jine."

‘TABLO Û ŞÊWEKAR DIBIN YEK GIYAN’

Xeco Îsa diyar kir ku dema ew dest bi xêzkirina tablo dikin bi tabloyê re dibin yek û axaftina xwe wiha domand: "Di her tabloyekê de şêwekar bi wê tabloyê re dibe yek giyan. Ger tabloyeke xemgînî xêz bike, xemgîn dibe, ger tabloyeke kêfxweşî jî xêz bike pê re kêfxweş dibe."

Şêwekara bi navê Hêlîn Ehmê Ebas jî wiha got: "Ez tevlî 5 pêşengehan bûm, ev jî pêşengeha min a 3’yemîn a jine. Du tabloyên min hene, ew jî yek jê hevalekî Gerîla parênameyên Rêber Apo dixwîne, ya duyem jî gerîlayeke jin nameyekê ji gelê xwe re dinivîse."

‘BI RIYA TABLOYÊ HEMÛ HEST TÊN RÊSANDIN’

Hêlîn got ku bi her tabloyekê re tevahî hest, êşên xwe derdixe û ev tişt bilêv kir: "Şêwekar di her tabloyên xwe de tevahî hestên xwe dirêse, çi xemgînî yan jî xweşî be. Me jî bi boneya 8’ê Adarê xwest şehîdên xwe bi bîr bînin. Ji xwe di her tabloyê de hemû hest hatine diyarkirin, hin gotin mirov nikare bêje, lê bi riya wêneyê mirov dikare hemû hestên xwe bîne ziman."