Li Kobanê 5’emîn Pêşengeha Karên Destan

Li Kobanê bi pêşengiya Weqfa Jina Azad 5’emîn Pêşengeha Karên Destan hate vekirin.

Li Kobanê Weqfa Jina Azad 5’emîn Pêşengeha Karên Destan li navenda xwe vekir. Pêşengeha ku rastî eleqeyek mezin tê, tê de tabloyên wêne, karên destan ên hunerî, malên ku ji daran hatî çêkirin û kevirên ku li ser wêne hatine xêzkirin balê dikêşe. 

Îlham Ehmed diyar kir ku, wan gelek caran berhemên xwe di pêşengehan de dane nîşan dane û got, “Em bi berhemên karên destan dixwazin bêhtir girîngiya xebatên Weqfa Jinê bidin naskirin. Em bêhtir bi tilis û keviran van berheman çêdikin. Ew berhemên kevin ji nû ve giyan didin û ji nû ve tiştekî xweş derdikeve holê. Em bang li her kesê xwedî wesfên hunerî dikin ku berhemên xwe bînin û em bi hevre civaka xwe pêş bixin.”

Pêşengeh wê du rojan dewam bike.