Li Kîelê koroya zarokan ji nû ve dest bi kar kir

Koma Stêrk a zarokan ku li bajarê Kîel ê Elmanyayê kar dike, piştî navbera ji ber vîrûsa koronayê ji nû ve dest bi karê xwe kir.

Zarok li komeleya Kurd tevî malbatên xwe li hev kom bûn û roja Yekşemê bi sirûdên Kurdî dest bi karê xwe kirin. Zarokan piştre tevî yek ji mamosteyên komê Xezal Yilmaz stranên bi Kurdî gotin û piştre li ber tembûrê govend gerandin.

Ji mamosteyên komê Xezal Yilmaz diyar kir ku ew kêfxweş in, piştî demeke dirêj ji nû ve li hev km dibin û got, "Em li gelek cihan derketin ser dikê, bi gelek çandên cuda re me kar kir. Em dûrî warê xwe ne, dûrî mala xwe ne. Armanca me ew e ku zarokên me bi kevneşopiyên xwe mezin bibin û çanda xwe ji bîr nekin."

Xezal Yilmaz diyar kir ku ew di mijarên ziman, dîrok, govend, wêje, muzîkê de kar dikin û bang li her kesî kir ku xwedî li çanda Kurd derkevin, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî.

Kombûna zarokan bi muzîkê û gerandina govendê bi dawî bû.