Li Kerkûkê şanoya bi navê ‘Rawestgeha Mirinê’ hate lîstin
Li Kerkûkê li Eywana Pirtûkxaneyan şanoya bi navê “Rawestgeha Mirinê” hate lîstin.
Li Kerkûkê li Eywana Pirtûkxaneyan şanoya bi navê “Rawestgeha Mirinê” hate lîstin.
Şanoya ku ji aliyê Şaho Qadir, Senger Qubat û Şiko Omer hatiye nivîsandin û Sîrvan Bêlana, Selam Zengene û Karox Seyfettîn têde dilîzin, li ser dîyalektîka di navbera jiyan û mirinê de disekine.
Lîstika ku bi nêrîneke rexneyî li ser basîtbûna jiyanê û hînbûna mirinê disekine, bi monologan destpê dike û bi diyalogan didome. Di diyalogên herdu lîstîkvanan de jî diyalogên wekî “mirin, jiyan, civak, hînbûna mirinê, beriya jiyanê û piştî mirinê” hene.
Di lîstikê de ji her cure û nimreyê bi dehan pêlav hene û paşeroj û pêşeroja xwediyên pêlavan tê lêpirsîn. Kesek diçe ser pêlaveke mezin a li ser dikê û ji pêlavên biçûk re daxive û bi vî tiştî re rexneya rêveberiya desthilatdariyê tê kirin.
Şanoya ku têde vegotineke surreal heye, ji aliyê temaşevanan ve bi baldarî hate temaşekirin.