Li Kabîlê 2 rokêt li Sefaretxaneya Bilind a DYA ket
Li Kabîlê 2 rokêt li Sefaretxaneya Bilind a DYA ket
Li Kabîlê 2 rokêt li Sefaretxaneya Bilind a DYA ket
Li paytexta Afganîstan Kabîlê 2 rokêtên ji aliyê Talîbanê ve hatin avêtin, li qada Sefaretaxaneya Bilind a DYA lê ye, ket.
Li gorî daxuyaniya ji Sefaretxaneya Bilind a DYA hat kirin, saet di 06.40 a dema herêmê de du rokêt li qada sefaretxaneya bilind lê ye, ketiye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ti birîndarên me nîne."
Berpirsyariya vê êrîşa li hemberî Sefaretxaneya Bilind û êrîşeke din a li nuqteyeke cuda ya bajêr Talîbanê girt ser xwe. Êrîşa duyemîn a bi rokêtan li hemberî girê Maranjan ê mozolîna gorên endamên malbata kraliyetê ya berê lê ye, hat kirin. Rokêt li nêzî gir ket. Ev gir 1,6 kîlometreyî dûrî Qesra Serokatiyê ye. Talîbanê di peyama xwe ya ji bo AFP'ê de diyar kir ku di êrîşê de gelek kes mirine.
Berdevkê Talîbanê Zabîbûllah Mucahît got, "Îro saet di 06:00'an de li hemberî Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Kabîlê çar rokêt hatin avêtin. Hemû rokêt gihaştin armanca xwe û gelek kes mirin."
Talîbanê dabû xuyakirin ku ji bo vekişîna hemû hêzên koalîsyonê yên navneteweyî bi pêşengiya DYA û beriya hilbijartinên sala pêş, ewê zexta xwe ya li ser DYA û Hikûmeta Afgan zêde bike.