Li Îtalyayê nîjadperestan êrîşî restorana Kurdan kir
Li Îtalyayê nîjadperestan êrîşî restorana Kurdan kir
Li Îtalyayê nîjadperestan êrîşî restorana Kurdan kir
Yekem restorana li bajarê Îtaliyayê Cisterna di Latina yê ya Kurdan vekirî bû hedefa nîjadperestan. Ji ber êrişan polîsan li cihê restoran lêye kamera lê bicih kirin, lê xwediyê wê bi gomane.
Li bajarê Cisterna di Latina li kolan di keve qada Latinayê Piazza Amedeo di Savoia yê demeke kebabxaneya girêdayî Kurdan rastî êrîşên nîjadperest tên. Restoranta bi navê “Bella İstanbul” ya ku ji berî sê mehan hatî vekirin, li Piazzayê yekem restorana biyaniyan e hatî vekirin.
Hat ragihandin ku nîjadperest bi gotinên “ xwediyê piazzayê emîn” êrîşî restorantê dikin. Herî dawiyê di 14’ê Kanûnê de di saet 21:30’an de komekî ji 50 kesan pêkdihat ketin restoranê, gef li xwediyê wê xwarin û muşteriyên wê derxistin.
Li gorî agahiyên ji xwediyê restoranê hatîn girtn, li bajarên komên nîjadperst dixwazin hemû biyanî jê derbikevin û gefên wek “Emê vir xirabin kirin” kirin. Hat zanîn ku jinekî ku xwest li gel polîsan gilî ji bike rastî êrîşê hat.
Ji xwediyê restorenê Deniz Şener ragihandin ku heya derengiya şevê hatîne şupandin û wan gilî gel polîsan kiriye. Piştî gilî kirinê polîs hatin cihê bûyerê û kamereyên çavderiyê bi cih kirin.