Li Îranê di 6 heyvan de nêzî 10 hezar kes di qezayên trafîkê de mirin

Li Îranê di 6 heyvan de nêzî 10 hezar kes di qezayên trafîkê de mirin

Li Îranê di 6 heyvên dawî yê de ji ber qezayên trafikê derdora 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Vê agahiyê di malpera Saziya Tiba Edlî ya Îranê de cih girt.

Li gorî rapora Saziya Tiba Edlî ya Îranê di nava 6 heyvên dawiyê de ji ber bûyerên trafîkê 9 hezar û 911 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî raporê kesên jiyan xwe ji dest dayî ji sedî 56,1 temê wan di navbera 18-49 saliyê de ne.

Li gorî raporê kesên jiyana xwe ji destdayî ji sedî 67,7 zilamin û ji sedî 23,3 jî jinin. Ji sedî 64 qezayên trafîkê di ketin û derketina bajar de pêk tê. Ji sedî 51,6 hêj negihayîn nexweşxaneyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.

Li Îranê her sal ji 20 hezaran zêdetir kes jiyana xwe ji dest didin, 200 hezar kes jî birîndar dibin. Ajotkarên nû fêrdibin, maşîneyên nebaş û rêyên xirab dibin sedema qezayan.