Li Hîndîstanê qeza: 42 mirî

Li Hîndîstanê qeza: 42 mirî

Li başûrê Hîndîstanê otobuseke rêwiyan di otobanê de li bendên rê qeliwî û şewat pê ket. 42 rêwiyên di otobusê de şewitî û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku otobus li bendên kêleka rê qelibî, ajokar û 6 rêwiyan ji paceyên otobusê xwe avêtin derve û ji şewatê rizgar bûn. Lê belê ji ber ku rêwiyên din di xew de bûn, nekarî xwe rizgar bikin. Di bûyerê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku di dema bûyerê de bi giştî 50 rêwî di otobusê de hebûn.

Rayedarên Hîndû dan xuyakirin ku bûyer li Mehabûbnagar a li başûrê eyaleta Andra Pradeşê rû daye û dema otobusekê hewl daye wesayîteke din derbas bike, qeza çê bûye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li gelemperiya cîhanê herî zêde li Hîndîstanê mirov di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Hat ragihandin ku li gelemperiya Hîndîstanê her sal zêdeyî 110 hezar kes di rê de jiyana xwe ji dest didin.