Li Hîlala Zêrîn kursên wênesaziyê

Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ku girîngiyê dide perwerdeya zarokan, bi kurs wêneyan hem tevkariya li pêşketina zarokan dike, hem jî hewl dide zarokan tevlî hunerê bike.

Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn bi vekirina kursên li ser wênesaziyê ya li navendê, di pêşveçûna zarokan de dibe alîkar ku ev yek jî bandoreke erênî li zarokan dike ku hîn bêhtir baldar û ji xwe bawer bin.

Besma Huseyîn Anter ku hem mamosteya hunerê ye, hem jî ya muzîkê ye, di koma wêneyan a girêdayî Hîlala Zêrîn de perwerdeya wênesaziyê dide zarokên 7-14 salî. Besma ku ev 9 meh in li bajarê Hesekê ye, dersê dide zarokên koma yekem ku heta pola 6’an pêk tê û ya duyemîn jî ji pola 7’an û şûnde ye. Besma anî ziman ku wênesaziya ku têgihîştin, jêhatîbûn û hêza afirîneriya zarokan radixe ber çavan esas tên girtin û got ku, hem navgîna ragihandinê ye û hem jî di xwe îfadekirinê de rolek girîng dilîze. Besma wiha dewam kir, “Fêrbûna tiştên nû ji bo pêşketina zarokan bi fêde ye û zarok jî kêfxweş dibin. Ji boyaxkirinê hez dikin. Wan bi nexşên biçûk dest pê kir, lê îro ew dikarin her wêneyek ku bixwazin xêz bikin."

HEFTEYÊ DU ROJ PERWERDE

Besma Huseyîn Anter diyar kir ku ji ber zarokên tevlî dersen wênesaziyê dibin xwendekarin, ew hefteyê du rojan têr dibînin û wiha got: “Ji ber du kom bi avantaj e. Temenê zarokan girîng e. Perwerdeya zarokên ciwan û kesên mezin bêguman dibe sedema astengiyan. Ji ber vê sedemê perwerde bi du koman pêşketinek bilez pêk tîne. Bi dîtina wan çêtir motîvasyona wan zêde dibe."

WÊ PÊŞENGEHA WÊNEYAN BÊN VEKIRIN

Canda Abdulkadîr anî ziman ku bi demê re tevlêbûn zêde bû û wiha got, “Piştre min dest bi xêzkirina bi qelemê kir, piştre derbasî xêzkirina rengîn bûm. Niha jî li ser materyalên curbecur dixebitim. Em ê di demek kin de pêşangehekê vekin. Navenda Çand û Hunerê ya Kezwan a li Hîlala Zêrîn jîngeheke guncaw e ji bo karê wênesaziyê. Ji ber vê em li vir in.”

EZ JI XÊZKIRINÊ WÊNEYAN HEZ DIKIM

Levent Lokman Abdulrahman ê 15 salî jî diyar kir ku ew 4-5 sal in dixwest wêneyan xêz bike û nêzî mehekê tevlî koma wênesaziyê ya girêdayî Hîlala Zêrîn bûye. Levent Lokman Ebdulrehman anî ziman ku ew ji bo di wênesaziyê de xurt bibe hatiye Hîlala Zêrîn û got, "Ez ji xêzkirinê hez dikim û kêfxweş im."