Li Helebê pevçûn didomin

Li Helebê pevçûn didomin

 Pevçûnên di navbera hêzên Rêjîma Baas û komên çekdar ên Dewleta Islamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) yên li derdora tugaya 80’ê ya Helebê hîn dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin komên çekdar ên girêdayî DAIŞ'ê piştî pevçûnên ku 2 rojan di navbera wan û hêzên Rêjîma Baas rûdan de karîbûn navenda tugaya 80’ê ya hêzên rêjîmê ji nû ve têxe bin kontrola xwe. Hate gotin ku pevçûn li derdora tugayê bi dijwarî dewam dikin. Piştî ku DAIŞ’ê dest danî ser tugayê hêzên rêjîma Baas çekdarên xwe di navenda tabûrê de bi cih kirine topbaran kir. Di encama pevçûnan de 30 endamên DAIŞ'ê û 20 leşkerên rêjîma Baas hatine kutşin. Her wiha 3 tangên rêjîmê hatine ruxandin.

Li gorî agahiyan komên çekdar ên bi navê tugaya El-Tewhîd û tugaya Sultan Mihemed El-Fatih piştgiriya DAIŞ'ê dikin û xwe di navenda tugaya 80'ê de bi cih kirine. Her wiha komên çekdar taxa Hulok a Helebê jî xistine dest.

Li aliyê din jî hate gotin ku komên çekdar ên DAIŞ'ê navenda Elkirîkê ya li nêzî bajaroka Sifîrê ya Helebê ku wekî navenda sereke ya çêkirine elkitrîkê ya herêma Helebê ye. Hate zanîn ku li derdora bajaroka Til Eran ku piraniya şêniyên wê Kurd in, li ser riya balafirgeha Helebê ye jî di navbera hêzên Rêjîma Baas û komên çekdar ên DAIŞ'ê de pevçûn didomin. Hêzên Rêjîmê piştî bidestxistina bajaroka Sifîrê ya Helebê berê xwe da bajaroka Til Eran û Til Hesilê ku li ser riya balafirgehê û navendên fabrîkayên leşgerî (Meamil El-Dîfai) ne.

Li aliyê din jî riyên ketin û derketina taxên Kurdan ên Helebê ji aliyê komên çete yên DAIŞ'ê ve hatine girtin.