Li Helebê 3 fermandarên çeteyan hatin kuştin

Li Helebê 3 fermandarên çeteyan hatin kuştin

Li bajarê Helebê ji ber bombebarana hêzên rêjîmê û şerên di navbera aliyan de 18 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 fermandarên DAIŞ'ê û fermandarekî Cebhet el-Nusra hatin kuştin.

Gelek tax, dever û bajarokê li bakur, rojava, başur û rojhilatê Helebê rastî êrîşên bombebarana balafirên rêjîma El-Baas a Sûriye bi bermîlên bombeyî hatin.

Li gor ANHA, taxên Bustan Qesir, Heyderiyê, Muxeyem Henderat, Mesekin Henano û derdora Nexweşxaniya Kindîên li Helebê, her wiha bajarokên Helebê ên wekî Enedan, Dêr Hefêr li bakur, Darit İzzê, Kefir Nehe, Qubtan EL-Cebel ya li rojava, gundê Rebîa a dikeve başur, derdorên mizgefta Fatmê a bajarê Babê, devera Cebûl, gundê Belat û derdorê Balafirgeha Kiwêrs a Leşkerî ên li rojhilatê Helebê bi bermîlên bombeyî hatin bombebarankirin. Di encamê de 18 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û gelek jî birîndar bûn. Her wiha emîrekî çeteyên DAIŞ'ê ê ji Lîbyayê jî hat kuştin.

Komên çekdar ên muxalefetê jî bi topên hewanê devera Mîdan û Eşrefiyê ku di bin destê hêzên rêjîmê de ne topbaran kirin û têde ziyanên madî çêbûn.

Duh di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê de li derdora Mizgefta Resûl a li Komeleya Zehraa, taxa Bustan Paşa, Bustan Qesir, derdora Dibistana Hikmê li taxa Raşdîn û taxa Sêf El-Dewlê yên bajarê Helebê, gundê Ezîzê, Bekat, derdora Girtîgeha Muslimiyê û  Birêc şerên dijwar rû dan û di encama şer û peçûnên ku rû daye de ji her du aliyan ve gelek kes hatin kuştin. Di nava kuştiyan de fermandarê Cebhet El-Nusra yê bi navê Ebû Beşîr jî hebû.

Li bajaroka Teanê ya li rojhilatê Helebê jî di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn rû dan. Di encamê de serokê çeteyên DAIŞ‘ê Ebû Hifis EL-Yemenî hat kuştin.

Hate gotin ku  şevê din hêzên rejîmê li ser riya Zirbê-Seraqêb û gundê Himîmê û Rityan li bakurê Helebê gelek cebilxane û 5 wesayîtên çekdarên muxalefetê rûxandin û gelek çekdar jî kuştin.