Li Gurcîstanê dema Sakaşvîlî qediya

Li Gurcîstanê dema Sakaşvîlî qediya

Li Gurcîstanê, di hilbijartinên Serokkomariyê yên roja Yekşemê de Gyorgî Margvelaşîvîlî bi ser ket. Hilbijartina Serokkomarê nû ku bi dijberiya xwe ya Mîkaîl Sakaşvîlî yê bi Şoreşa Gul hat ser desthilatdariyê tê naskirin, li welêt bi awayekî fermî dewrek qedand.

Margvelaşîvîlî ê 44 salî ku ji Bîdzîna Îvanîşvîlî yê di sala 2012'an de bû Serokwezîr destekê werdigire, ji sedî 62 ê dengan bi dest xist û qezenç kir. Di hilbijartina bi beşdariya ji sedî 46'ê hilbijêran de, Davîd Bakradze yê ji Sakaşvîlî destekê digire ji sedî 22 ê dengan wergirt. Serokê berê yê Parlamentê Nîno Boûjanadze jî ji sedî 10 ê dengan bi dest xist.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Gurcîstanê û çavdêrên rojavayî diyar dikin ku hilbijartin, bi giranî di rewşeke zelal de pêk hatiye.

DEMA SAKAŞVÎLÎ QEDIYA

Herçend bi reformên destûra bingehîn ên sala 2010'an re erkên Serokkomariyê hatine kêmkirin jî, hilbijartina serokkomarê nû ji ber nêzîkbûna xwe ya ji Serokwezîr Bîdzîna Îvanîşvîlî girîng e. Îvanîşvîlî ku karsazekî mîlyarder e û di hilbijartinên giştî yên 2012'an de bû Serokwezîr, derbeke giran li Mîhaîl Sakaşvîlî yê ji sala 2003'an û vir ve li desthilatdariyê bû, xist.

Sakaşvîlî ku piştî Şoreşa Gul a 2003'an bi piştgiriya Rojava, di hilbijartinên Çileya 2004'an de Edvard Şevardnadze têk biribû û bûbû Serokkomar. Sakaşvîlî di sala 2008'an de ji ber krîza Oseyta Başûr bi Rûsyayê re ketibû rewşeke şer. Sakaşvîlî ku ji ber têkçûna li hemberî Rûsyayê popularîteya xwe ya li welêt winda kir, ji aliyê gelek derdoran ve dihat tewanbarkirin ku Gurîstan xistiye nava zoriyê û bi rêbaza otorîter welat birêve biriye. Hikûmeta Gurcîsatnê ji salên 90 û vir ve kontrola Abazya Xweser û ji sala 2008'an û vir ve jî Osetya Başûr winda kiriye.

Serokwezîrê nû Îvanîşvîlî ku di sala 2012'an de bû Serokwezîr û erka wî ji ya serokkomar zêdetir e, tevî alîgiriya xwe ya rojava, di koalîsyona xwe de li gel rastgir û mûxafazakaran cih dabû gelek derdoran. Ji par û vir ve li hemberî gelek siyasetmedarên bi nêzîkbûna xwe ya ji Mîhaîl Sakaşvîlî tên naskirin, operasyon tê kirin.