Li Goteborgê Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin

Li bajarê Goteborg ê Swêdê Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn û bi çand û hunerê li ber qirkirin û asîmîlasyona li Kurdistanê rabûn.

Piştî paytext Stockholmê, li bajarê Goteborg ê Swêdê doh Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin

Bi hezaran Kurdistanî li navenda bajêr li hev kom bûn û bi pêşengiya Saziyên Kurd ên li bajêr saet di 11:00 de dest bi festîvalê kirin.

Di çarçoveya festîvalê de ji cil û bergên Kurdî hetanî bi xwarin û danasîna pirtûkên Kurdî, standên cûr be cûr hatin danîn.

Ji bo danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek taybet hate danîn, ku gelek pirtûkên wî bi Îngilîzî, Almanî, Fransî û Swêdî hatine wergerandin.

Kurdistanî bi cil û bergên Kurdî rengîniya çanda xwe li Ewropiyan dan naskirin.

Gelek siyasetmedar, nivîskar ê rojnamevanên Swêdî jî tevlî festîvalê bûn.

Rêveberên Navenda Civaka Demokrasîxwaz a Kurd li festîvalê axivîn.

Qisekeran qala şer û qirkirina li Kurdistanê kirin, girîngiya hebûna çand û hunera Kurdî anîn ziman û dewleta Tirk şermezar kirin.

Beşdarên festîvalê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û dirûşmên "Azadî û statuya Kurdistanê" ji meydanê bilind bûn.

Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Serhado, Narînxan, Ferzad Mehdî Nîa, Grup Muradyan, Şiyar û Dijwar konser dan. Bi hezaran kesên tevlî festîvalê bûn li dora stranên wan govend gerandin.

Festîval hetanî êvarê dewam kir.