Li girtîgeha Mislimiyê 2 girtî hatin kuştin

Li girtîgeha Mislimiyê 2 girtî hatin kuştin

Li derdora girtîgeha Mislimiyê ya li bajarê Helebê di navbera hêzên rejîma Baas û Artêşa Azad de şer derket. Di encama şer de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî  hundirê girtîgeha Mislimiyê bi riya telefonê hatine bi destxistin, îro di saetên êvarê de li derdora girtîgehê di navbera hêzên rejîma Baas û Artêşa Azad de şer derket. Heman çavkanî diyar kir ku Artêşa Azad û hinek komên îslamî hewl didin ku bikevin hundirê girtîgehê.

Çavkaniyê ragihan di pevçûnên ku hîn didomin de heta niha 2 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û 7 jî birîndar bûne.

Çavkanî anî ziman ku, li girtîgehê rewşa girtiyan gelekî xirab e, pirsgirêkên av, xwarin û dermanan heye û banga alîkariyê li saziyên mafên mirovan ên navnetewî kir.