Li Frankfûrtê bernameya danasî yê pirtûka Yuksekdag

Li Frankfûrtê ya Elmanyayê danasîna pirtûka helbestan a Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a bi navê ''Yikilacak Duvarlar'' (Dîwarên ku Wê Werin Hêrifandin) hate kirin.

Bernameya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji hêla Meclîsa Jinan a Amara, Yenî Kadin û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve hate organîzekirin.

Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Imret di şexsê Yuksekdag de hemû jinên berxwedêr slav kir.

Imret bal kişande ser têkoşîna Yuksekdag û got kesayata berxwedêr, dilnizm û şoreşger a Yuksekdag ji bo hemû jinan bûye mînak.

Piştî axaftina Imret helbest ji pirtûkê hatin xwendin û stran hatin strandin.

Piştî axaftinên dawiyê pirtûka Yuksekdag ji hêla Leyla Imret û jinên din ve hate îmzekirin.