Li Fîlîpînan ji ber bagerê zêdeyî 10 hezar kes mirin
Li Fîlîpînan ji ber bagerê zêdeyî 10 hezar kes mirin
Li Fîlîpînan ji ber bagerê zêdeyî 10 hezar kes mirin
Ji ber bagera Haiyan ku weke bagera herî dijwar a demên modern tê dîtin, li Fîlîpînan herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar tên kirin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Xesara ku bagerê da welêt, bi hilatina rojê re hîn bêtir xwe nîşan da. Li gorî agahiyên rayedaran dan, bagera Haiyan a carna leza wê gihaşt 315 kîlometre saetê, li herêma Leyta'yê ji sedî 70 xaniyên li rêgeha xwe serûbin kir. Bagerê binesaziya herêmê bi temamî hilweşand. Bîlançoya rastîn jî zehmete were kifşkirin.
Rêxistina Xaça Sor a li Fîlîpînan da xuyakirin ku bi tenê li bajarê Talobanê zêdeyî 1.000 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Bagera mezin ku berfirehiya wê 600 kîlometre bû, li cihê lê derbas dibû zêdeyî 4 mîlyon mirov hebûn.
Bagera ku roja Înê ji deryayê gihaşt rûyê erdê, bi xwe re bayê xwedî dijwarî û leza 379 kîlometre saetê, pêlên 15 metre bilind û baran 400mm anî.
Tê payîn bager îro danê sibê xwe bigihîne peravên Vîetnamê. Li Fîlîpînan jî operasyona mezin a alîkariyê destpê kir. Bernameya Qûtê ya Cîhanê, ji bo di rojên destpêkê de li qurbaniyan bê belavkirin alîkariyek ji 2 mîlyon dolarî amade kir.
Koordînatorê alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî Sebastîan Rhodes Stampa ku li cihê karesatê ye anî ziman, ku wî herî dawî karesateke bi vî rengî di dema tsûnamiya li Okyanûsa Hîntê dîtiye.
Nûçegîhana El Cezîre Cemîle Alindogan jî da xuyakirin ku wê ji otêla lê dima dîtiye ku banê gelek malên li bajêr firiyane, ceyran bi temamî qut bûye û pirsgirêk xwarin û ava vexwarinê xwe daye der.
Tê gotin ku bagerê li Rojhilatê Vîsayasê, ku yek ji herêmên herî xizan ê welêt e, rê li ber xesareke gelekî mezin vekiriye û şêniyên li vê herêmê yên derfetên wan nîne, dê gelek zehmetiyan bikşînin ku jiyana xwe ji nû ve sererast bikin.
Her sal nêzî 20 bager li Fîlîpînan dixe. Herî dawî par Bagera Bopha bûbû sedema mirina 1.100 kesî û zerareke ji 1 mîlyar dolarî derxistibû holê.
Her çend bagerê leza xwe kêm kiribe jî tê payîn bi leza saetê 220 kîlometreyî li peravên Vîetnamê bixe. Ev yek jî wê bibe bagera herî dijwar a dîroka Vîetnamê.