Li Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê panela li ser Yilmaz Guney

7. Festîvala Fîlmên Kurd a li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, dewam dike.

Di festîvalê de, ku fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê tên nîşandan, panelek li ser Yilmaz Guney hate lidarxistin. Panel bi sernavê "Yilmaz Guney mîrateyeke Kurdistanê ye" pêk hat.

Paytexta Elmanya Berlîn, ji 15'ê Hezîranê û vir ve malovaniyê ji derhêner, lîstikvan, fîlmçêker û sînemahezên ji çar parçeyên Kurdistanê re dike. Fîlmên Kurd, li Babylonê tên nîşandan, ku yek ji girîngtirîn salonên li Berlînê ye. Di çarçoveya festîvalê de panelek li ser Yilmaz Guney hate lidarxistin.

Rojnamevan û nivîskarê sînemayê Alî Guler, derhêner Huseyîn Tabak, derhêner Nûray Şahîn û akademîsyen Yilmaz Ozdîl weke qiseker beşdarî panelê bûn. Panel ji aliyê fîlmçêker û dîrektorê festîvalê Mehmet Aktaş ve hate birêvbirin û cihê Yilmaz Guney di dîroka hunera Kurd de hate nirxandin.

Derhêner Huseyîn Tabak qala lêkolîn û belgesela li ser Yilmaz Guney kir. Nûray Şahîn jî anî ziman, ku bi bandora fîlmên Yilmaz Guney wê dest bi karê sînemayê kiriye û qala bandora Yilmaz Guney a li ser sînemaya xwe kir.

Yilmaz Ozdîl jî ragihand, Yilmaz Guney ji bo sînemaya Kurd tê wateya destpêkek nû û işaret bi girîngiya Guney ji bo Kurdan kir. Panelîstan destnîşan kiri, ku Yilmaz Guney mîrateyek ji bo Kurdistanê ye û got, "Nabe ku ew ji Kurdistanê cihê bê nirxandin."

Yek ji panelîstan Alî Guler jî got, "Yilmaz Guney li hemberî zaliman bû mazlum, li hemberî patron bû karker, li hemberÎ kapîtalîst û emperyalîstan bû sosyalîst û şoreşger. Li dijî mêtîngeran ew Kurd e. Ya rast, Yilmaz Guney ji Edene, Stenbol û Konyayê koçeroyek e."

Di panelê de, derxistina navê 'Kurdistanê' ji fîlmê versiyona nû ya 'Yol' bi tundî hate şermezarkirin.

DI FESTÎVALÊ DE FÎLMÊ 14 TEMMÛZ' HATE NÎŞANDAN

Duh li festîvalê fîlmê "14 Temmûz" ê li ser berxwedana zindana Amedê hate nîşandan û derhêner Haşim Aydemîr li ser fîlmê xwe axivî.

Her wiha fîlmê "Sesîme Gel" ê Huseyîn Karabey jî doh hate nîşandan.

Festîval wê heta 21'ê Hezîranê dewam bike. Îro wê ev fîlm werin nîşandan: Dokûmanterên bi navê "Bihuşta min" a Ekrem Heydo û "Gulîstan" a Zeynê Akyol. Her wiha wê panelek jî bê lidarxistin.