Li Endonezyayê ji ber volkan dê 100 hezar kes bên veguhastin

Li Endonezyayê ji ber volkan dê 100 hezar kes bên veguhastin

Volkana Sînabûng a li Girava Sûmatra ya Endonezyayê, ku bi mehan e disincire, cara nehemîn teqiya. Kevir û xweliyên ji volkanê derketin, bi qasî 7 km bilindî hewayê bûn.

Ji ber teqîna li volkana Sînabûng 19 hezar mirovan malên xwe terikandin. Rayedarên herêmî ragihandin ku aktîvîteyên li volkanê dewam dikin û amade ne bi hezaran kesan bi kamyonan veguhazînin.

Rayedar dibêjin, dibe ku 100 hezar kesên li 10 km derdora krater dijîn, bên veguhastin.