Li Efganîstanê pevçûnên dijwar

Li Efganîstanê pevçûnên dijwar

Wezareta Karên Hundir a Efganîstanê da xuyakirin ku di operasyonên 24 saetên dawî de 37 endamên Talîbanê hatine kuştin, 17 jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku operasyon li wilayetên Helmand, Nûrîstan, Vardak, Lagman, Kandahar, Nangarhar, Gazne, Herat û Nîmrozê pêk hatine. Hat ragihandin ku di operasyonan de 13 kes jî hatine girtin.

Berdevkê Talîbanê Zabîûllah Mûjahed jî Wezareta Karên Hundir derewand. Berdevk pevçûn piştrast kir û anî ziman ku di êrîşên 24 saetên dawî de gelek leşkerên Efgan û biyanî hatine kuştin.