Li Den Haagê festîvala Çand û Sporê ya Şehîd Ronahî

Li bajarê Hollanda Den Haagê, festîvala Çand û Sporê ya Şehîd Ronahî hat lidarxistin.

Li bajarê Hollanda Den Haagê, çalakiya Çand û Sporê ya Şehîd Ronahî hat lidarxistin.

Ciwanên Kurd ên li Hollandayê dijîn, bi armanca nîşandana çanda xwe festîval lidar xistin. Festîval li navnîşana Sportpark Wanica Star pêk hat.

Di tûrnûvaya futbolê ya festîvalê de 18 tîmên futbolê hatin hemberî hev. Maça fînalê jî di navbera tîmên Ciwanên Azad û Karakoçan Gençlîk de hat lîstin. Di encamê de tîma Ciwanên Azad bi ser ket. Xelata centilmeniyê jî tîma bi navê YPG stend. Di festîvalê de her wiha lîstikên voleybol û tenîsa maseyê jî hatin lîstin. Di voleybolê de tîma jinên ciwan a bi navê Arîn Mîrxan bi ser ket. Di maseya tenîsê de ji nava 15 lîstikvanan Şah Huseyîn Dogan bû yeklemîn. Di satrançê ê de jî ciwanê bi navê Tûran Aydin ji nava 8 kesan bi ser ket.

Di beşa çandê ya festîvalê de govend hat lîstin û muzîk hat pêşkêşkirin. Koma govendê ya zarokan di festîvalê de bal kişand. Li ser madalyayên di festîvalê de hatin belavkirin wêneyê endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) a li Parîsê hat qetilkirin, hebû.

Festîval bi govenda li ber stranên hunermendên herêmî û koma muzîkê ya Ciwanên Azad bi dawî bû.