Li Brezîlyayê lehiyê rê li ber mirinan vekir
Li Brezîlyayê lehiyê rê li ber mirinan vekir
Li Brezîlyayê lehiyê rê li ber mirinan vekir
Li Brezîlyayê ji ber barana dijwar a meha Kanûnê, 44 kesan di encama rabûna lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. 60 hezar kes jî hatin veguhastin.
Li eyaletên Esprîto Santo, Mînas Geraîs ên Brezîlyayê ji ber barana zêde herî kêm 60 hezar kes hatin veguhastin.
Li Esprîto Santo, ku yek ji eyaletên cîranê Rîo de Janeîro ye, ji ber lehiyê 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Brezîlî dan xuyakirin ku barana herî dijwar a 90 salên dawî bariyaye. Parastina sivîl diyar kir ku ji ber lehiya duh bi şev rabû, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Esprîto Santo 61.379 kes hatin veguhastin. Walî Renato Casagrande anî ziman ku divê tevahiya eyalet ji nû ve bê avakirin û anî ziman ku li herêma ket bin bandora lehiyê gelek wargeh û pir hebûne.
Li eyaleta Mînas Geraîsê jî barana di meha Cotmehê de destpê kir di nava çend rojên dawî de zêde bû. Di rojên dawî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4150 kes hatin veguhastin. Li vê eyaletê 79 wargeh ketin bin bandora lehiyê, li 26 ji wan rewşa awarte hat îlankirin. Serokdewlet Dîlma Reûsseff beriya Noelê çû serdana herêmê û diyar kir ku hikûmetê alîkariyê bide malbatên ji lehiyê bi bandor bûne.