Li Başûrê Kurdistanê projeya şarabê ya 2700 salî hate dîtin

Arkeologên Italî û Kurd li Başûrê Kurdistanê presên şerabê yên 2700 salî yên serdema kralên Asûran ditin.

Bermahî bi encama xebata hevkar a arkeoogên Italî û hevpîşeyên wan ên ji Midûrtiya Berhemên Antîk ên Duhokê du tesîsên ji dema Sargonê II'an (BZ 721-705) û kurê wî Sennaşerîb hatin derxistin.

Kraltiya Asûr a Sargonê II'yan BZ di sedsala 8'an de li Başûrê Kurdistanê li nêzî Mûsilê li Deşta Nînova hatibû avakirin.

Dîrektorê ekîba arkelogên Îtalî Danîel Morandi Bonacossî ji AFP'ê re axivî, diyar kir wan li herêma Xinisê ji dema Sennaşerîb (BZ 704-681) mayî, bermayên ''fabrîkayeke şerabê ya bi asta endustrî'' keşf kirine.

Banocossî got,''Ji bo ku werşiyan biguvêşe û ava wê derxîne, piştre jî bike şerab, me çardeh sazkar dîtin.''

Arkeologê Îralî diyar kir ev keşf ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê tiştekî nû ye.

Li herêma Fayda a Başûrê Kurdistanê arkeologan cihokeke avê ya bi dirêjiya 9 kîlometre dîtin.

Li ser dîwarên cihokê ji serdema dawiya BZ sedsala 8'an û serê sedsala 7'an mayî, bi firehiya 5 metroyan û bilindiya 2 metroyan ''12 bîdariyên qewartî'' dîtin. Fikir ew e ku ev bi fermanda Sargonê II'an an jî Sennaşerîb ve hatine çêkirin.

Danîele Morandî Banacossî got her panêlek ji van, ''temsîla kralê Asûr dikin ku li ber Êzdayan dua dike'' û ''Heft Êzdayên girîng ên panteona Asûr bi rengê peykeran têne temsîlkirin.''