Li Baselê 'Atolyeya Şanoya Kurdî' destpê dike

Navenda Çandê ya Med a Baselê ku di bin sîwana Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Swîsreyê kar dike, ji bo Atolyeya Şanoyê dest bi qeydkirinê kir.

Derhênerê sînema û şanoyê Giyasettîn Şehîr wê li Atolyeya Şano perwerdeyê bide. Qeydên ku 25'ê Nîsanê destpê kirin wê heta 15'ê Gulanê dewam bikin.

Atolyeya Şanoyê piştî qeyd bi dawî bûn wê destpêka meha Hezîranê dest bi kar bike.

Giyasettîn Şehîr banga xwedîderketina li çand û hunerê derket û bi bîr xist ku xweranegirtina dewleta Tirk a li çand, hunera Kurdî zêde bûye.

Giyasettîn Şehîr got, "Destpêkê em ê li bajarê Baselê meha Hezîranê dest bi karê perwerdeya şano bikin. Her wiha em ê li tevahiya Swîsreyê belav bikin. Em dixwazin karên xwe yên şanoya Kurdî li tevahiya Ewropayê bi projeyan dewam bikin."

Di Atolyeyê de destpêkê wê perwerde ji şagirtên di ser 16 salî re bê dayin. Li gorî agahiyan ji niha ve bi dehan kesan qeyda xwe çêkirine.

Ji bo qeydkirinê nûmareya têkilîdanînê: 0041 77 981 55 61