Li Baselê Şevbêrka Dengbêjan hate lidarxistin

Navenda Çandê ya Med a li Swîsreyê li bajarê Baselê Şevbêrka Dengbêjî lidar xist.

Şevbêrka Dengbêjan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê pêk hat. Dengbêj Şemdîn, Baran Bazîd, Delîl Mamîş, Berfîn Demîr, Newroz, Hîkmet Toktaş û Ozan Perwer tevlî bûn.

Tevgera Çand û Hunerê diyar kir ku çalakiyên li ser çand û hunera Kurd wê dema bê jî dewam bikin. Di vê çarçoveyê de wê di 3-4'ê Kanûnê de Rojên Fîlmên Kurd a Baselê, 13-16'ê Nîsanê Hefteya Çanda Kurd a Baselê û di nava meha Kanûnê de li Swîsreyê kampa Folklorê li gel konseran bêne lidarxistin.