BI DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymangeha Bilind a Hunerê ava dibe

Peymangeha Bilind a Hunerê ku wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê vekirin, ji aliyê muzîk, sînema û şanoyê ve wê ciwanan perwerde bike û hunermendên ciwan bigihîne.

LI ROJAVA PEYMANGEHA HUNERÊ

Piştî ku Şoreşa Rojava sala 2012'an pêk hat, ji bo parastina karên çand û hunerê û pêşvebirina wan, gavên gelekî girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan jî wê Peymangeha Bilind a Hunerê be. dibistana Bilind wê bibe parçeyek ji pêvajoya guherîn û veguherîna civakî ya Şoreşa Rojava û derfetên perwerdeyê pêşkêşî hunermendên ciwan bike. Qeydên ji bo Peymangeha Bilind wê 31'ê Tebaxê bi dawî bibin.

Piştî ku serlêdan qediyan wê ezmûnên nivîskî di 2-3'ê Îlonê de bêne kirin û encam jî 7'ê Îlonê bêne eşkerekirin. Tê payin ku Peymangeha Bilind a Hunerê 5'ê Cotmehê dest bi perwerdeyê bike.

PERWERDEYA LI SER MUZÎK, SÎNEMA Û ŞANOYÊ

Hevseroka Peymangeha Bilind a Hunerê Sîham Dawûd anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemcar Peymangeha Bilind a Hunerê vedibe û got, "Peymangeha Bilind a Hunerê bi piştgiriya Zanîngeha Rojava û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bê vekirin. Li Peymangeha Bilind wê li ser muzîk, sînema û şanoyê perwerde bê dayin.

Serlêdanê di 24'ê Tebaxê de destpê kir û wê heta 31'ê Tebaxê dewam bike. Perwerde wê 3 salan dewam bike ku 2 sal li ser teoriyê, sala dawî jî perwerdeya pratîkî be. Bi rêya navendên TEV-ÇAND'ê yên li her bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê, Zanîngeha Kobanê ya li Kobanê û Komîteya Perwedeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a li Şehbayê serlêdan dikare ji bo Peymangeha Bilind a Hunerê bê kirin."

MEYLA LI SER HUNERÊ WÊ GIRÎNG BE

Sîham Dawûd diyar kir ku ciwanên di navbera 16-26 salî de wê karibin serî li Peymangeha Bilind a Hunerê bidin û got, "Mafê her xwendekarên ku lîse qedandine heye ku serî li Peymangeha Bilind a Hunerê bidin. Lê belê mirovên ku perwerdeya lîseyê neqedandine lê belê meyla xwe li ser hunerê heye, dikarin serî li Peymangeha Bilind a Hunerê bidin. Kesên serlêdanê bikin wê tevlî pêvajoya ezmûna nivîskî bibin. Perwerde wê ji aliyê mamosteyên di mijarên muzîk, şano û sînemayê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne pispor wê bê dayin. Her wiha bi rêya perwerdeya online wê hin mamoste karibin li Peymangeha Bilind a Hunerê perwerdeyê bidin."

DIBISTANA HUNERÊ YEK JI NIRXÊN ŞOREŞÊ YE

Sîham Dawûd bal kişand ser girîngiya Peymangeha Bilind a Hunerê û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her alî ve şoreşeke bi wate pêk hat. Şoreşê bi xwe gelek nirxên hêja afirand. Yek ji van jî Dibistana Bilind a Hunerê ye. Li Peymangeha Bilind a Hunerê perwerde wê bi Kurdî be. Bi sedan sal in qirkirina çandî li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Gelê Kurd ê berxwedêr bi israr çand, huner, muzîk, şanoya xwe dewam dike. Bi rêya çand û hunerê êş, xemgînî, serketin û serpêhatiyên xwe gihandiye nifşên nû. Li Peymangeha Bilind a Hunerê em ê di çand û hunera xwe de xwe hîn kûr bikin, pisporiyê ji xwe re bikin esas û bi vî rengî çand û hunera xwe belav bikin."

Hêlîn Silêman a ji Tirbespiyê ku serî li Peymangeha Bilind a Hunerê da, diyar kir ku ciwan paşeroja şoreşê ava dikin û got, "Ji ber eleqeya min a ji bo muzîkê min serî li Peymangeha Bilind a Hunerê da. Ji bo parastin û pêşvebirina çand û hunerê serlêdana ji bo Peymangeha Bilind a Hunerê girîng e. Em ciwan em ê paşeroja welatê xwe diyar bikin. Her ciwanên ku bala xwe li ser hunerê hene divê dilsoziya xwe ya bi welatê xwe re bi rêya hunerê ji cîhanê re ragihîne."