Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’

Li Amedê nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di bin navê ‘Tora Ziman û Çand’ de li hev civiyan.

Li ser banga siyasetmedarên wek Ahmet Turk, Îmam Taşçier, rewşenbîr-nivîskarên kurd Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, karsaz Ferda Cemîloglu, hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar û Bunyamîn Şeker, hunermend Berfin Emektar, Mehmet Atli, Rûgeş Kirici, nivîskar-civaknas Îsmaîl Beşîkçî û di nav de gelek nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rojnameger û zimanzan di nav de hene civîna bi navê "Tora Ziman û Çanda Kurd” li otelek Amedê li dar dixin. Komxebet îro û sibê dê berdewam bike. Di civînê de gelek kesayet amade bûn.

Axaftina vekirinê ya civînê Serokê Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û Hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan kirin.

SADAK: JI BO ÇAND Û ZIMAN TUNE NEBE...

Cevahîr Sadak Duzgun bi bîr xist ku di 1’ê Îlonê de civînek li ser ziman hatibû li dar xistin û li wê derê hewcetiya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin û “Li gel wê biryarê em jî tevlî biryara hevala bûn û me got divê vê torê wek ‘Tora Ziman û Çand’ hinek berfireh bikin. Ji wê demê heta niha bi awayekî pratîkî em li ser vê xebatê disekinin. Di nav vê xebatê de jî gelek hevalan alîkariya me kir. Em spasiya mêvanan dikin yên ku me vexwendî û hatine vir. Em ji bo windanebûna ziman û çanda xwe hewl didin ku bixebitin. Me xebateke berfireh daye pêşiya xwe.”

TAN: EM DIXWAZIN NEXŞEYA ZIMANÊ KURDÎ DERBIXÎNIN

Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan jî diyar kir ku dixwazin nexşeyeka li ser çand û zimanê kurdî derxînin û li ser vê yekê bangê li raya giştî bikin û wiha got: “Pişt re bi sedan kesan dixwazin komcivînekê çêbikin atolyeyekê çêbikin nexşeya xwe zelaltir bikin.”

Tan, da zanîn ku bi perwerdehiyê dikarin devok û zaravayên kurdî bikin yek û wiha berdewam kir: “Li ser vê esasê em dixwazin niqaşekê bikin bi hişmendiyeke demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û divê çarçoveyê de nexşeyekê derxînin holê. Hinek armanca vê kombûnê ew e ku em di vî warî de çarçoveyêkê derxînin holê û li ser vê jî dest pê bikin. Ji ber ku em bi hêza ramanê bawer in kesên ku beşdarî vê xebatê bibe wê hêzekê bide vê xebata me. Ji ber wê yekê çiqas kes beşdar bibin wê ewqas xurt bibe.”