Li Afganîstanê li dijî hêzên NATO'yê êrîş

Li Afganîstanê li dijî hêzên NATO'yê êrîş

Îro danê sibê, li paytexta Afganîstan Kabîlê li dijî leşkerên NATO'yê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di êrîşa li hemberî konovoya diçû Balafirgeha Kabîlê de, kes nemir. Hat ragihandin ku dengê teqînê ji gelek taxên Kabîlê hatiye bihîstin.

Danê sibê, konvoyeke leşkerî ya NATO'yê dema diçû Balafirgeha Kabîlê, rastî êrîşeke xwekujî hat. Hat ragihandin ku di teqînê de kes nemiriye.

Berdevkê çapemeniyê yê hêzên NATO'yê yê li Afganîstanê got, "Li dijî hêzên NATO'yê êrîşeke xwekujî rû da. Lê belê ji ber ku bombe beriya derbasbûna konvoyê teqiya, kesî jiyana xwe ji dest neda."

Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Afganîstanê Sidik Sedîkî jî ragihand ku çi leşker, çi sivîl tiştek bi kesî nehatiye. Balafirgeha lê êrîş hat kirin, hem ji bo leşkeran hem jî ji bo sivîlan tê bikaranîn.

Berpirsyariya êrîşê heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.