Li Şehbayê coşa Festîvala Hawar

Li Kampa berxwedan a Şehbayê, coşa Festîvala Hawar heye. Festîval di roja sêyemîn de ye.

Bi tevlîbûna gel Efrînê li Şehayê Festîvala Hawar ya stranan bi pêşbirkê dest pê kir.

Hunermend û komên beşdar derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin û jûriya ji sê kesî li ser performansa beşdaran pûan dan.

Festîvalan di roja sêyemîn de ye û bi çalakiyên cihêreng ên çand û hunerê pêk tê.