Li 68. Cannesê fîlmên nêzî 'Palme d'Or' in!
Festîvala Fîlman a Cannes roja 6. li pey xwe hişt û 19 fîlmên ku ji bo ‘Palme D’or’ (Palmiya Zêrîn) têdikoşin derketin pêşberî hezkiriyên sînemayê.
Festîvala Fîlman a Cannes roja 6. li pey xwe hişt û 19 fîlmên ku ji bo ‘Palme D’or’ (Palmiya Zêrîn) têdikoşin derketin pêşberî hezkiriyên sînemayê.
Festîvala Fîlman a Cannes roja 6. li pey xwe hişt û 19 fîlmên ku ji bo ‘Palme D’or’ (Palmiya Zêrîn) têdikoşin derketin pêşberî hezkiriyên sînemayê. Fîlmên ku di 2015’an de hatine çêkirin eleqeyek mezin dîtin û filmê bi navê ‘Son of Saul’ yê derhêner Laszlo Nemes ku qirkirina Yahûdiyan vedigot, bandora erdhêjê afirand.
68. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî bi hemû heybeta xwe didome. Ev bajaroka li perava Derya Spî bi tevahî veguheriya muzeya sînemaya hewaya vekirî.
Hemû fîlm li tevî salona bi navê Grand Theatre Lumîere ya 5 hezar kes kapasîteya wê heye, li salonên sînemayê yên qesra festîvalê yên bi navê Claude Debussy, Luis Bunuel, André Bazin tên nîşandan.
LI CANNESÊ, WOODY ALLEN
Di mîhrîcana îsal de bi tevahî 53 fîlm tên nîşandan. Ji van 19 heb ji bo Palmiyeya Zêrîn têdikoşin.
18 fîlm di beşa ‘Nêrîneke diyarkirî de’ tên nîşandan. Di Cannesê de ji gelek welatên cîhanê fîlm tên nîşandan û bi taybet jî di beşa pêşbirkê de fîlmên Îtalyan, Fransî û Rojhilatêdur cih digirin. Di kursiyê juriyê de îsal birayên Joel û Ethan Coen rûdinin û fîlmê navdarên sînemaya cîhanê Woody Allen ê bi navê ‘ırratîonal Man’ di bernameyê de heye. Derhêner di festîvalê de rastî eleqeyek mezin hat.
KLASÎK JI NÛ VE TÊN NÎŞANDAN
Di beşa Klasîkên Cannesê de jî îsal gelek fîlmên ku mohra xwe li sedsala 20’an dixin, tên nîşandan. Fîlmê ‘Peyam’ ê Costa Gavras ku di 1982’an de xelata Palmiya Zêrîn bi fîlmê ‘Rê’ yê Yilmaz Guney re parve kir û her wiha fîlmê Taxî Drîver yê di 1976’an de xelata Palmiya Zêrîn girtin, di beşa klasîkan de hat nîşandan.
Ji gelek welatên cîhanê fîlm di Cannesê de cih girtin. Di beşa ‘Nêrîneke diyarkirî de’ jî fîlmên gelek bi bandor û kalîte tên nîşandan.
HER DERHÊNER DIKARIN XWE LI CANNESÊ ÎFADE BIKIN
Serokê Festîvalê Pîerre Lescure di vê mijarê de beriya ku festîval destpê bike roportaj da kanalên televîzyonan û gotinên wî yên der barê nasnameya Cannesê de gelek aşkera bûn. Lescure got: “Cannes ne festîvalek wisa ji rêzê ye. Ji her derê cîhanê derhêner, dikarin xwe li Cannesê îfade bikin. Fîlmên dişînin vir, bi baldariyek mezin tên kontrolkirin.”
Dema mirov li dîroka 67 salî ya mîhrîcanê ku dinêrin kîjan fîlm hatine xelatkirin, mirov fêm dikin ku Cannes çima li dijî faşîzmê hatiye avakirin.
FÎLMÊN BI ÎDÎA YÊN PALMIYEYA ZÊRÎN
Îsal jî gelek fîlmên ku pisgirêkên civakî vedibêjin, di Cannesê de tên nîşandan. Ji bo Palmiyeya Zêrîn ên herî bi îdîa tê nîşandan. Yên herî zêde nêzî Palmiyeya Zêrîn in ‘Son Of Saul ( kurê Son)’, ‘The Lobster’, ‘Our Little sister’ (xwişka min a biçûk), ‘My Mother’ (Dayika min) û Carol in.
ÇÎROKA QIRKRINA YAHÛDIYEKÎ
Fîlmê derhênerê Macar László Nemes ê bi navê ‘Son Of Saul’ ji bo Palmiyeya Zêrîn têdikoşe. Belkî jî di nava fîlmên hatine nîşandan de yê herî nêzî xelatê ye.
Fîlm naveroka wê polîtîk e û bûyer dema Şerê Duyemîn yê Cîhanê li Kampa Berhevkirinê ya Auschwîtz (Holocoust) ku qirkirina Yahûdiyan lê çêbûye, derbas dibe. Heta niha li ser mijarê gelek fîlm hatibûn çêkirin. Her fîlmî jî mohra xwe li dema xwe xistibûn.
Fîlmê Son Of Saul hovîtiyali kampê ya wê demê hatiye jiyîn vedibêje. Roja fîlm hat nîşandan, bandorek mezin kir. Fîlmê ku herî nêzî xelatê tê dîtinê ye. Fîlm hem di aliyê mijarê û hem jî di aliyê hunerê de mirovan têr dike.
Derhêner Laszlo Nemes di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ji ber hewcedarî bi nîqaşkirina vê mijarê hebû, fîlmekî wisa çêkirin û armanca vê ev e ku bi awayekî exlaqî bê nîqaşkirin.
JI LANTHÎMOS ÇÎROKEK CUDA
Fîlmê derhênerê Yewnan Yorgos Lanthîmos yê bi navê ‘The Lobster’ di rojên destpêkê yên mîhrîcanê de hat nîşandan. Fîlm de çîrokên balkêş ên têkiliyên mirovan tên vegotin û ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ di nava fîlmên herî bi îdîa de tê nîşandan.
Lîstikvanên sereke Colin Farrel û Rachel Weisz e. Fîlm li herêmeke bêdeng li otelekê derbas dibe. Ev hotel têkiliya wê ji hemû cîhanê qut e û ji aliyê van du kesan ve tê, bi rêvebirin. Kesên ku têkiliya wan baş naçe, bi zorê li otelê tên hepskirin û di hawira girtîgehê de dihêlin.
Her çiqas di fîlm de hawira dramatîk pêş bikeve jî, dem bi dem komedî dikeve navberê. Ji vê hawirê rev, ne mimkun e. Bi pêkanînên ji mirinan, mirinê biecibînin re rû bi rû tên. Fîlmê bi lîstikvan, senaryo û çêkirina xwe re di tehma helbestê de ye, gelek bi bandor e. Çîroka wê ya orjînal jî fîlm balkêş dike.
CAROL A PATRÎCÎA HÎGHSMÎTH LI CANNESÊ YE
Roja buhrî fîlmê derhênerê Amerîkayî Todd Haynes yê bi navê ‘Carol’ li salona 5 hezar kesî ya Qesra Festîvalê hat nîşandan. Lîstikvanên sereke Cate Blanchett (Carol) û Rooney Mara (Therese Belivet) bûn. Fîlm salên 1950’yî vedibêje û fîlm ji roman nivîskar Patricia Highsmith hatiye çêkirin.
Fîlm çîroka evînekê vedibêje û têkiliyên Carol û Therese Belivet vedibêje. Cil û berg û warên ji bo fîlm hatine bikaranîn, temaşevanan dibe New Yorka salên 1950’yî. Di nava fîlmê hatine nîşandan, fîlmê herî xurt tê dîtin.
MORETTÎ LI PEY PALMIYEYA DUYEM E
Derhênerê Îtalyan Nannî Morettî jî li pey palmiyeya duyemîn e. Morettî di 2001’an de bi fîlmê xwe yê ‘Gira Kurê min’ re Palmiyeya Zêrîn girt û niha bi vî fîlmê xwe jî gelek bi îdîa ye.
Ew bi xwe di fîlmê xwe de dilîze û sahneyên gelek hestiyar di fîlm de hene. Performans û estetîka lîstikvanan nîşan daye, ji bo Palmiyeyê şansek mezin afirandiye.
Derhêner Hirokazu Kore-Eda jî bi fîlmê xwe yê ‘Our Little Sister’(Xwişka me ya biçûk) derkeve pêşberî temaşevanan. Di fîlm de çîroka jiyana kevneşopiya malbateke Japon tê vegotin. Di fîlm de zewac, dram tê vegotin û çîrok li ser sê xwişkan disekine.
Lîstikvanê sereke yê fîlm Vîncent Lîndon ku di fîlmê ‘Welcome’ de jî lîstibû cih digire.
Li aliyê din jî derhênerê navber Gus Van Sant, bi fîlmê xwe yê ‘The Sea Trees’ (Behra Dara) rastî eleqeyê nehat.