'Lehengên Sedsala' sansur têk bir

Youtube'yê strana 'Lehengên Sedsala' ji weşanê rakir ku Berbanga Rojava ji bo gerîlayên azadiyê çêkiriye. Koma muzîkê îtiraz li Youtubeyê kir. Kolektîfa Yapicilar jî stran li ser hesabê xwe yê dîjîtal parve kir.

Klîba 'Lehengên Sedsala' ku strana nû ya koma muzîkê ya Berbanga Rojava ye, ji aliyê Youtube ve ji weşanê hate rakirin.

Koma muzîkê ku li Rojava di bin sîwana Kolektîfa Yapicilar de dixebite, li ser gerîlayên azadiyê yên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî dikin, straneke nû amade kiribû.

Klîba stranê ya ku êvara 7'ê Îlonê hate weşandin, ji ber dîmên berxwedana gerîla di demeke kurt de ji aliyê Youtube ve ji weşanê hate rakirin. Youtube ji bo sedena rakirina ji weşanê jî îdîa kir ku 'Rêxistinên sûc ên tundiyê bi kar tîne' hatiye weşandin.

Koma muzîkê ya Berbanga Rojava îtiraz li Youtubeyê kir. Kolektîfa Yapicilar jî stran li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal (@FilmYapicilar) parve kir.

Lînka stranê: