Kursên Kurdî li Arsîsa dest pê kir

Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa li Wanê kursên Kurdî da destpêkirin. Berpirsê xebatan Mehmet Batu bang li malbatan kir ku zaroyên xwe bişînin kursên Kurdî.

Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa ya Wanê li gel ku nû vebûye jî bi dilgermî tê pêşwazîkirin. Li Arsîsa li gel zarokan wê ji bo mirovên temenmezin jî perwerde were dayin.

Mehmet Batu ku li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsisa xebatan rê ve dibe têkilî qedexekirin û asîmîlasyonan zimên got, ''Sedema sereke ya qedexekirin û asîmîlekirinê ew e ku bi vê tê xwestin bîr û dahatuya civaka ku wî zimanî bi kar tîne, ji holê were rakirin.''

Batu bi berdewamî bi bîr xist ku ji damezirîna komara Tirk û wir ve yek ji polîtîkaya sereke ya dewletê ew e ku Kurdî qedexe bike û ev biryara qedexekirinê bi rengekî biryardar, sîstematîk tê tomandin.

Batu nêzîkatiya qeyûman a li Kurdî, rakirina tabêlayan, navê kuçe, kolan û parkan ên bi Kurdî bi bîr xist û got, ''Ev ne di fermiyetê de jî be bi mînakên fiîlî yên qedexekirina Kurdî ne. Dema ku mijar Kurd û Kurdî be, hiqûq ji holê radibe.''

Batu diyar kir li Erdîşê û li navenda Wanê li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dersên Kurdî didin, li gel ku nû hatine vekirin jî gel bi dilgermî pêşwazî li komeleyê kirine.

Batu got, ''Ji bo zarokan li gorî temenên wan pol hene, her wiha ji bo temenmezinan jî bi astên cuda polên me hene.''

Bi berdewamî Batu giringiya xebatên li Arsîsa destnîşan kir û got, ''Li dijî asîmîlasyonê ya ku bi rengekî sîstematîk tê domandin ji bo kesên ku dixwazin Kurdî hîn bibin ARSÎSA alternatîfeke girîng e.'' Batu bang kir ku her kes ji bo ku hînî Kurdî bibin tevlî kursên wan bibin.

Batu li ser mijara asîmîlasyonê got berpirsyariya giran dikeve ser malbatan, ji malbatan xwest ku zarokên xwe bişîninin nav xebatên çandî yên bi Kurdî û ne tenê li nav malê, her wiha di nav xebatên rojana de jî Kurdî were axaftin, berhemên Kurdî werin xwendin, rojanema û kovarên Kurdî bêne standin, malperên bi Kurdî bêne şopandin.