Kurkçu û Tuncel bûn hevserokên HDP’ê
Kurkçu û Tuncel bûn hevserokên HDP’ê
Kurkçu û Tuncel bûn hevserokên HDP’ê
Di 1'emîn kongreya Awarte ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ku bi silogana "Ev hêj destpêk e" li Enqereyê pêk hat ji bo Hevserokên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu hatin hilbijartin.
1'emîn Kongreya Awerte ya HDP'ê, ku bi dirûşma "Ev hîn destpêkek e" weke "Kongreya Mezin" tê binavkirin, li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali pêk hat. Jin û zilamên ji Kurdistanê jî bi kincên xwe yên neteweyî û rengên kesk, sor û zer cihên xwe di kongreyê de girtin. Li salonê pankartên mezin ê bi 15 ziman nivîsa "Merhaba" û "Rêwîtiya ber bi Hêviyê ve" hatibû nivîsandin, beşdar pêşwazî kirin. Li hundurê salonê jî pankartên bi nivîsa "Perwerdeya zimanê dayikê mafê mirovanan e", "Ji baweriyan re azadî, ji Elewiyan re welatiya wekhev", "Di cih de rêveberî, xweseriya demokratîk", "Ji talankirina xweza û kedê re êdî bese, çareserî jiyana ekolojîk", "Bila zîndan werin valakirin, ji girtiyên siyasî re azadî", "Bêdeng nemîne biqîre, LGBT'yî hene", "Em şoreşa Rojava silav dikin" û "Ji Roboskî heta Reyhanli eger em ji bîr bikin bila dilê me biçike" hatin daliqandin. Jinên ji Kurdistanê hatin jî pankarta bi nivîsa "Ji Botanê hezar silav ji gelên Tirkiyê re" vekirin.
Di kongreyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî berxwedana YPG", "Ev hînê destpêkeke, têkoşîn dewam e", "Bijî berxwedana zîndanan" û "Her der Taksîm her der berxwedan" hatin qîrîn. Di kongreyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin vekirin. Ji ekranên mezin ên li her du aliyên dikê sînevîzyona li ser siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ceylan Onkol a li Licê bi topê hat qetilkirin, hat nîşandan.
Tevî Hevserokên HPD'ê Fatma Gok û Yavûz Onen, Parlamenterên BDP'ê, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Serokê berê yê DEHAP'ê ku xwe fesih kir Tûncer Bakirhan, lîstikvan Yûsif Çetîn, Alîkarê Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî, Alîkarê Serokê Giştî yê FÎDH'ê Yûsif Alataş û delegeyan gelek kes li kongreyê amade ne. Kongre pişti axaftinan bi hilbijartinê berdewam kir. Di hilbijratinê de ji bo Hevserokên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu hatin hilbijartin. 80 esil û 25 alîgir ji bo Meclisa HDP'ê hatin hilbijartinê. Kongre bi konsera Kardeş Turkuler bi dawî bû.
80 endamên Meclisê yên esil navê wan wiha ye: "Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Emre Yalçin, Sirri Sureyya Onder, Dogacan Yilmaz, Levent Tuzel, Remzî Kozakçi, Alî Oruç, Mehdî Atîlla, Zeynep Abidîn Çeliktaş, Mehmet Doymaz, Ayhan Bîlgen, Cem Terzî, Erdem Yoruk, Ferhat Tunç Yosulun, Karabet Paylan, Gencay Gursoy, Haci Osman, Îbrahim Sinemlioglu, Mahmut Temîzyurek, Ozgur Muftuoglu, Ragıp İncesagir, Salman Kaya, Sezai Temelli, Yavuz Onen, Muslum Dogan, Huseyin Yildiz, Migirdîç Margosyan, Mehmet Elbistan, Vecdî Aydin, Ender Îrmek, Orhan Çelebî, Huseyin Taka, Muzaffer Kaya, Kadîr Akin, Mehmet Saltoglu, Bulent Parmaksiz, Erol Katircioglu, Saruhan Oruç, Pervin Oduncu, Yurdusev Ozsokmenler, Ayşe Yagci, Daglar Çilingir, Can Memiş, Beyza Ustun, Esmeray, Fatma Gok, Fatoş Guney, Gulfer Akkaya, Gulsum Agaoglu, Huda Kaya, Meryem Koray, Nazan UstUndag, Nukhet Sirman, Sevda Bayramoglu, Tamar Nalci, Yasemin Ozgun, Hatice Altınışık, Serap Hasibe Akpınar, Bircan Yorulmaz, Ferdane Sibel Erduman, Cevriye Aydin, Gursel Şenşafak, Nurhayat Farimaz, Şukran Dogan, Birsen Kaya, Mukaddes Erdogdu Çelik, Melis Tantan, Elif Gevez, Semra Uzunok, Sevgi Evren, Burcu Çiçek, Ayşe Akıncı, Bahar Şimşek, Sultan Ozcan, Ayşin Hangul Sanverdi, Lezgin Altan, Înci Hekimoglu,
Aynur Seyrek, Remzi Altinpolat"
Endamên Cigir:
Navê 25 endamên cîgri ji wiha ne: "Alp Altinors, Cemil Çelik, Ali Durmuş, Cihan Erdal, Can Candan, Ahmet Karataş, Gunay Kubilay, Levent Lortoglu, Mahmut Çiftçi, Tumay Çelik, Mehmet Riza Turkay, Esen Aslandogan, Îrfan Kaygisiz, Kasim Çalışkan, Ayşe Damgaci, Kathina Karanîkola, Mehmet Ozcan, Metin Boran, Mutlu Ozturk, Omer Guven, Zelal Bilgin, Ruşen Mahmutoglu, Cengiz Yurekli, Dilek Yaglı, Mehmet Yardimci."