Kurdên li Osloyê darvekirinên Rejîma Îranê şermezar kirin

Kurdên li Osloyê darvekirinên Rejîma Îranê şermezar kirin

Kurdên li paytexta Norveçê Osloyê jiyan dikin, dervekira 2 siyasetmedarên Kurd Hebîbullah Gulperîpur û Riza Îsmaîl yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn darvekirin şermezar kirin.

Li ber avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Norveçê roja duşema bûrî pêk hatibû îro ji Kurdên li Osloyê jiyan dikin li ber Parlamentoya Norveçê çalekî pêkanîn.

Di çalekiy ji aliyê Komîteya PJAK’ê ya  Norveçê ve hatî organîze kirin de, di saet 14.00'an de li ber îstasiyana trenê ya  Osloyê destpêkir. Girseyê li ser rêya Karl Johanê bi sloganêm "Terorîst Îran", "Norveç ji bo darvekina bibe xwedî helwest" meşiyan. Di dema meşê de belavokên ciwanên Kurd yên li ser darvekirên Îranê hatin belav kirin.

Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasmedarên Kurd yên hatîn darvekirin hatin hilgirtin, Nûnerên Goran, YNK, Partiya Serbestiya Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistan’ê (PAK) û PYD beşdar bûn.

Girseya ku hatî li ber avahiya parlementoyê hem bi zimanê Kurdî hem jî Norveçî daxuyanî hat dayîn. Piştî daxuyaniyê nûnerên partiyên beşdarî meşê buyîn axivtin kirin. Yê li ser navê Tevgera Goran daxuyanî dayî li ber vegeranidan Salih Mislim berdek nîşanî PDK’ê da û got: “Vegarandina Salih Mislin ya li Başûrê Kurdistanê, terora siyasî ye.”

Bi Ey Raqib û merşên şoreşa Rojava çalekiya protestoyî di  16.00’an de bi dawî bû.