Kurdan mohra xwe li festîvala Toru de Lorraine xistin

Di festîvala Tour de Lorraine de bi sernavê 'Di sala 100'î de Peymana Lozanê û Kurd' û 'Şoreşa Rojava, Jin, Jiyan, Azadî' du panel hatin lidarxistin. Hunermendê Kurdistanî Tûncay Akbaba jî hunera xwe pêşkêş kir.

Festîvala Tour de Lorraine di 20'ê Nîsanê de destpê kir û wê heta 30'ê Nîsanê bi çalakiyên cihêreng ên hunerî, çandî û polîtîk dewam dike. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê jî beşdarî festîvalê bûye.

Di çarçoveya festîvalê de li ser Peymana Lozanê ya ku dikeve sala 100'emîn û Kurdistan pê kirin çar parçe, panelek hate lidarxistin.

Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Ozen Aytaç pêşkêşî ji panelê re kir û destnîşan kir ku Kurdistan bi Peymana Lozanê bi çar parçeyan hate parçekirin. Aytaç destnîşan kir ku wê nehêlin ev dagirkeriya li ser Kurdistanê 100 salên din dewam bike û bal kişand ser têkoşîna 40 salên dawî ıya gelê Kurd a li dijî vê dagirkeriyê.

PANELA 'ŞOREŞA ROJAVA Û JIN, JIYAN, AZADÎ'

Paneleke din a festîvalê jî li ser Şoreşa Rojava û raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Îranê bû.

Pêşkêşiya vê panelê jî ji aliyê endama Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Asmîn Engîn ve hate kirin. Di panelê de bal hate kişandin ser têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya li ser têkoşîna azadiyê ya jinê û Şoreşa Rojava.

Asmîn Engîn got, "Li Rojava rêxistiniya jinê li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk pêk hat. Li ser vê bingehê akademiyên jinê, Tevgera Kongra Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava bûn."

Asmîn Engîn bi dewamî got, "Li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk, têgihiştina 'Jin, Jiyan, Azadî' bi feraseta 'jin azad nebe civak azad nabe' hate afirandin. Ev dirûşma ku îro li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Rojhilata Navîn deng vedide bi Konfederalîzma Demokratîk veguheriye felsefeyeke jiyanê. Afirînerê vê felsefeyê jî Abdullah Ocalan e."

Di festîvalê de hunermend Tûncay Akbaba jî hunera xwe pêşkêş kir.

Di dawiyê de beşdaran ji bo piştgiriya bi raperîna jinê ya li Îranê porê xwe birîn.