Kurd jî li Mîhrîcana Toûr de Lorraîneyê ne

Mîhrîcana Toûr de Lorraîne ku wek alternatîfeke li dîjî Forûma Aboriyê ya Cîhanê ku her sal li Swîsreyê tê organîzekirin, li Bernê dest pê bû. Aktîvîstên Kurd jî cih di nav de girt.

Mîhrîcan Toûr de Lorraîne, sala 2000’î, gava xwepêşandanên protestoyî yên kûreyîbûna neolîberal û Forûma Aboriyê ay Cîhanê li Bernê derket holê.

Di vê mîhrîcana piştevanî û berxwedanê de ku her sal tê pêkanîn, behsa krîza avhewayê, krîza aborî, germbûna kûreyî, şer, mafên mirovan, mafên jinan, pirsgirêka zayenda civakî, penaber û gelek mijarên din tê kirin.

Rûniştina pêşîn a bi navê “Şer û Aştî“ ku ji Kurdistan, Nîjerya, Tirkiye, Efrîkaya Başûr, Libnan û ji gelek gelên din aktîvist û siyaset lê bûn, Nûnera KJAR’ê ya Ewropayê Meryem Fethî jî pêşkêşiyek kir.

Fethî, îşaret bi serhildanên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Felsefeya Jin, jiyan, azadiyê, bi şoreşa Rojava bi ruh û can bûye û mîmarê wê Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan e.“

Fethî her wiha anî ziman ku Modernîteya Demokratîk, ji bo rabûna ji holê ya aloziya li cîhanê, vebijêrka herî baş e.

Di mîhrîcanê de ku bi pêşkêşiyên serdemên şer û aştiyê yên aktîvîst, hunermend û zanyaran ji gelên cuda berdewam e, endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî li ser dîroka Kurdistanê pêşkêşiyek kir.

Hunermend li mîhrîcanê konseran didin. Mîhrîcan, wê heta 30’ê Nîsanê bi şahî û bernameyên çandî yên cur bi cur li Bernê dewam bike.