Kovara sînemaya Kurdî 'Temaşe' îro tê weşandin

Hejmara destpêkê ya kovara sînemaya Kurdî Temaşe îro digihêje ber destê xwendevanan. Kovar wê sê mehan carekê bê weşandin. Tevahiya wê jî li ser malpera înternetê bi regê PDF'ê dikare bê peydakirin.

Hejmara destpêkê ya Kovara Temaşe îro li ser malpera xwe ya înternetê tê weşandin. Xwendevan wê karibe kovarê bi rengê PDF'ê bixwînin. Xwedî û berpirsyarên kovarê Mehmûd Beyto û Cîhan Ûlûs in. Li kovara ku wê nivîsên li ser sînemaya dinyayê jî hebin, têkildarî sînemaya Kurd, kevneşopiya Kurd, xak, ziman û çanda Kurd wê pêşniyar û rexne jî hebin.

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil a Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen nû yên sînemayê, sînemayên neteweyî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî di kovarê de cih digirin. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin ê giran.

Ji bo destpêkê û hejmara yekem, mijarên li gor wê derketine pêş; nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka Sînemaya Kurdî hene, paşê ji mijarên roja me serpêhatiyeke biçûk û rewşa Netfliksê, wekî gelek cureyan mîzaha di nav sînemayê de hatiye nirxandin.

Ji aliyê din ve derhênerên mezin Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Forman bi fîlmên xwe hatine nivisandin.

Derhênerê kurd yê navdar Ali Kemal Çinar roportajeke têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.

Rexneya pirtûka Mizgin Arslan a ku bi tirkî hatiye nivisandin 'Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin' di kovarê cih girtiye.

Ji bilî van fîlmên kult ê bi navê '12 Zilamên Hêrsok' û fîlmê 'Bêkas' di kovarê de ye.

Rêzefîlma Mindhunter ji aliyê sûc û tawanê ve hatiye lêkolan. Her wiha anîmeya kult a bi navê Sîmyagerê Pola: Biratî jî hatiye nirxandin.

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar wê peyvên nû lê bêne zêdekirin.

Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.