Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir
Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir. HUNER a ku ji aliyê TEV-ÇAND Ewropa ve hatî derxistin, wê sê mehan carekê bi Kurdî bê weşandin.
Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir. HUNER a ku ji aliyê TEV-ÇAND Ewropa ve hatî derxistin, wê sê mehan carekê bi Kurdî bê weşandin.
TEV-ÇAND Ewropa bi navê ‘HUNER’ kovareke nû derxist. Hejmara yekem 76 rûpel e. Huner koverek çand, huner û wêjeyê ye û dê sê mehan carekê derbikeve. Dirûşmeya sereke ya kovara jî ev e: “Çand nasnameya mirov e.”
Ev gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manşeta kovara HUNER jî cih digire: "Av heye, lê ti zindiyek nikare wekî mirovan keştiyan çêbike. Kevir heye, lê xaniyên ji keviran nîne. Mîh û bizin hene, lê mast nîne. Hirî heye, lê cil û berg nîne. Xweşikbûn heye, lê peyker û wêne nîne. Van hemûyan mirov çêdike. Ji ber vê yekê ji tiştên kû mirov çêkirî re em dibêjin çand. Balkêşiya karekî asta wê ya çandî nîşan dide."
Kovar ji analîz, danasîn, lêkolîn û hevpeyvînan pêk tê. Nivîsên Alî Haydar Kaytan, Mehmet Bayrak, Xelîl Xemgîn, Fehim Işik, Hozan Şemdîn hatine weşandin. Mînak Kaytan di nivîsa xwe ya bi navê “Çanda Civakî û Pîroziyên Wê” de analîzek dike. Bayrak dinivîse ku mirov "Portreyên Kurdî di Arşîva Osmanî de" li ku bibîne.
Lêkolîna Fehîm Işik jî balê dikişîne. Işik alimên Medreseya Axtepeyê û pirtûkên wan dide nasîn. Wek mînak li ser Şêx Mihemed Can wiha dibêje: "Li ser Leyla û Mecnûn bi edebiyata Erebî, Farisî û Osmanî gelek pirtûk hatine nivîsandin. Di hemû pirtûkan de Mecnûn li Leylayê digere. Di berhema Şêx Mihemed Can -ku bi Kurdî ye- de Leyla li pey Mecnûn digere. Li gorî wêjeyê nezîkiyek orjînal e."
Di kovarê de xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî tê vegotin û cih dide hemû pirtûkên ku heta îro çap kirine.
Hevpeyvîna Hozan Şemdîn jî balkêş e. Di hevpeyvînê de di muzîka Kurdî de stranên li ser ajalan tên vegotin. Hozan Şemdîn yek ji rûspiyên muzîka Kurdî ye. Ew di vê mijarê de gelek mînakan dide û nirxandinên girîng dike.
Li seranserê kovarê şehîdên hunerê tên bîranîn. Wek mînak di nivîsa bi navê “Şehîdên Sînemaya Kurd” de, derhênerên şehîd, wek mînak Halîl Dag hatine vegotin. Dengbêj Bermal Çem jî hunermendê şehîd Devrîm Dîlok dide nasîn. Berga paşîn a kovarê jî wêneyekî taybet e... Li wêneyê Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan di destpêka salên 80’î de bi hev re li ser dikê stranan dibêjin. Her wiha Xelîl Xemgîn 30 stran li ser şehîdan nivîsandin an jî muzîka wan çêkirin. Di kovarê de lîsteya van stranan jî hatin nivîsandin.
Kovara Hunerê ev sê pirtûkên ku nû çap bûne jî nirxandiye: "Tevna Evînê" (Ayhan Demir), "Birayên Baran" (Alî Baran) û "Hunera 55 Salan Dilovan" (Hemîd Ûrmiye).
Navên hin gotarên din ên di kovarê de hatine weşandin wiha ne:
Wergerên Berhemên Rêber Apo, Şerê Zê û Huner, Portreya Mihemed Mamlê, Wênesazê Şoreşê: Sînan Hezer, Ameleya Şoreşê, Di Şikandina Dorpêça Faşîzmê de Hinek Tecrûbeyên Ji Dîroka Nêzîk.
‘EM Ê XEBATÊN ÇANDÎ Û HUNERÎ YÊN ŞOREŞA KURDISTANÊ BELGE BIKIN’
Kovar li Ewropayê derdikeve. Edîtorên kovarê ev daxuyanî dan:
“Di vê serdemê de parvekirina agahîyên lezgîn populer e. Lê wek kovar em ê nekevin wan kanalan. Armanca me ya sereke ew e: Em ê xebatên çandî û hunerî yên şoreşa Kurdistanê belge bikin. 45 sal in di warê muzîk, govend, şano, sînema û wênesaziyê de xebatên bêhempa hatine kirin. Ji van pênc dîsîplînan bêhejmar şehîdên me hene ku ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirine. Kovara Huner dê şehîdên me û xebatên wan ên hunerî bi belge bike. Ew ê karê ku hatiye kirin rave û şîrove bike. Heger rexne jî hebin, wê bi analîzan îfade bike. Rêya me ji aliyê Rêber Apo û şehîdên me ve tê ronîkirin. HUNER wê ne tenê kovar be. Her wiha dê pirtûkan jî amade bike û çap bike.”