Kongreya PEN a Kurd li Oldenbûrgê dest pê kir

Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Navnetewî li Oldenbûrgê dest pê kir.

10’emîn Kongreya Pena Kurd a Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Navnetewî li bajarê Elmanya Oldenbûrgê bi beşdarbûna rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistan û dîasporayê dest pê kir.

Di kongreyê de berxwedana gelê Kurd a li dijî mêtîngeriyê hate silavkirin.

Di kongreyê de peyama Hevserok Osman Ozçelik ku rejîma AKP’ê dest danîbû li ser pasaporta wî, hate xwendin.

Ozçelik endam û mêhvanên kongreyê silav kir.

Di bernameya îro ya kongreyê de wê dîwan were hilbijartin, peyam werin xwendin û raporên xebatan were xwendin. Kongre wê sibê bidawî bibe.

Nûnerên PEN a Navnetewî ya Elman û çavdêrên Kongreyê jî di beşdarî kongreyê bûne.