Komuna Fîlm a Rojava 7 sal in bênavber berheman hildiberîne

Komuna Fîlm a Rojava, li gel êrişan jî ji sala 2015'an û vir ve gelek fîlm çêkir. Komun ji bo bibe zimanê Şoreşa Rojava bênavber dixebite.

Komuna Fîlm a Rojava sala 2015'an li Dirbêsiyê ava bû. Ji bo belavkirina çanda sînemayê destpêkê bi karên akademîk xebitî. Komuna Fîlm a Rojava ku Akademiya Şehîd Yekta Herekol ava kir, ji bo pisporiya di sînemayê de perwerde da. Akademiya Şehîd Yekta Herekol gelek sînemavan gihand, lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk hate girtin. Komuna Fîlm a Rojava ku dest bi dewreyên heftane yan jî mehane yên perwerdeyê kir, li gorî pêwîstiyê, mijarên perwerdeyê destnîşan kir. Akademiya Şehîd Yekta Herekol ku piştî êrişan navber jê re hate dayin, jinûve hate vekirin. Di sala destpêkê ya Akademiya Şehîd Yekta Herekol de 11 fîlm, piştî salekê jî 7 fîlm ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava ve hate amadekirin. Her wiha mohra xwe danî binê fîlmên 'Bajarên Wêranbûyî' û 'Ji bo azadî'. Niha jî amadekariyên fîlmê Kobanê dewam dikin. Komuna Fîlm a Rojava ku sala 2019'an dest bi karê rêze fîlman kir, hindik maye ku rêzefîlmekî biqedîne.

Bi mezûnên destpêkê yên Akademiya Şehîd Yekta Herekol re Komuna Fîlm a Efrînê ava bû, lê belê ji ber dagirkeriya dewlta Tirk Komuna Fîlm a Efrînê derbasî Şehbayê bû. Sala 2018'an Komuna Fîlm a Kobanê ava bû. Li Serêkaniyê jî studyoya dublajê hate vekirin, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a sala 2019'an karê vê studyoyê li Qamişloyê dewam dike.

SÊ KOMUN HENE

Komuna Fîlm a Rojava ku li gorî pêwîstiyên bi projeyan xwe bi rêxistin dike, hem hejmara endamên xwe hem jî cih û dema projeyan diyar dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana komunên sînemayê de komunên herêmên Şehba, Kobanê û Cizîrê hene. Her wiha di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de jî kar tê meşandin.

Li nava Komuna Fîlm a Rojava komîteyên Senaryo, Produksiyon û Dîplomasiyê hene, komîte jî projeyên xwe li gorî pêwîstiyan diyar dikin. Budçe jî ji aliyê komuna Fîlm a Rojava carna jî ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve tê dayin.

LI REQA Û TEBQAYÊ AMADEKARÎ TÊNE KIRIN

Hem ji ber ku komun demeke dirêj ava nebû hem jî eleqeya zêde ya gelê Kurd a li sînemayê, endamên Komuna Fîlm a Rojava vê gavê bi giranî ji Kurdan pêk tê. Lê belê di projeyan de ji gelên cuda re jî cih tê dayin.

Komuna Fîlm a Rojava ku 5 sal in Festîvala Fîlman a Rojava lidar dixe, amadekariyan dike ku li Reqa û Tebqayê jî komuna fîlman ava bike. Endamên Komuna Fîlm a Rojava ne şert e ku beşa sînema-fîlm xwendibûn, dilxwaz be ew têra endametiyê dike.

Komuna Fîlm a Rojava ku 7 sal in hewl dide bibe zimanê şoreşê, her wiha berxwedana li Sûr, Şengal û Kobanê jî raxist pêş çavan. Di demeke kurt de karên zehmet pêk anî, bi ser xist.

MOHRA XWE DANÎ BINÊ 25 FÎLMAN

Komuna Fîlm a Rojava ku heta niha 25 fîlm çêkiriye, ji bilî sê ji van fîlman karên fîlmên din hemû li Rojava meşand.

SÎNEMA DÛRÎ ŞOREŞÊ NABE

Endama Komuna Fîlm a Rojava Sêvînaz Evdikê ku beşa sînemayê dixwîne wiha axivî, "Ez ti carî nefikirîm ku tevlî karekî sînemayê yê dûrî ji şoreşê bibim. Komuna Fîlm a Rojava ji bo min a herî baş e. Ji ber ku ji sînemayê hez dikim min tercîh kir, lê belê eger vê sînemayê xîtabî şoreşê nekiribûya ez tevlî nedibûm. Ji ber ku hem sînema hem jî şoreş yek in, eleqeya min a ji bo sînemayê jî zêde bû."