Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, di salavegera şehadetê ya 29’an Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) bibîr anî, got: “ Şehîd Mizgîn xwedî kesayetiyeke pir alî bû, îro jî rêya me ronî dike; bûye çavkaniya me ya îlhamê.”
Daxuyaniya Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê wiha ye:
“Di salvegera 29’an a Şehîdbûnê ya Mizgîn (Gurbet Aydin) bi rêzdarî heskirin û minet bibîr tînin, hesret û hêviyê wê tim wê di têkoşîna me de bijî, hesreta wê ya azadiyê heta bi serkeftinê tacîdar nebe, soza têkoşînê didin. Şehîd Mizgîn li gel şehîd Yekta û şehîdên me yên din ên çand-hûnerê weke nûnerên xeta tevgera me ya çand û hunerê hatiye îlankirin. Heman demê roja 11’ê Gulanê ya ku hevrê Mizgîn şehîd bûye, ji bo Çand û Hunera Tevgera me Roja Şehîdan hatiye îlankirin.
Hevrêya me Şehîd Mizgîn a li dijî rastiya kapitalîzim û koletiya populîzmê, xweperestî û yên ku nirxên komînal û exlaqî ya civakan parçe dike bi sirûda ‘Civakîbûna sedemê hebûna hunerê ye, xweperestî jî huner û hunermend dikuje’ her cûre xweperestiyê di jiyan û têkoşîna xwe de mehkûm kir, di nava gel û dîroka têkoşînê de bû xwedî cihekî girîng. Şehîd Mizgîn bû nûnera wateya gotina Rêbertî ya ‘Yê şer bike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin’. Bi sekin, xebat, disiplîn û bi yekpareyî bi şêwazê jiyana xwe, çûbe kîjan deverê, ketiye dilê her mirovî, di hişê wan de cih girtiye.
BÛ KESAYETEK PÊŞENG A ÎDEOLOJIYA AZADIYA JINÊ
Şehîd Mizgîn bi kesayetiya xwe ya cihêreng ve, rêya me ronî dike, bi domdar dibe çavkaniya me ya îlhamê. Berî her tiştî bû kesayetek pêşeng a îdeolojiya azadiya jinê. Ew şoreşgerke girêdayî gel û heskirya walatê xwe bû. Ew bi deng û bi hunera xwe ya rast mîna hunermendekê, bûye xwedî kesayeteke giştgîr. Bi strandina berhemên ‘Çemê Hêzil’, ‘Gundino Hawar’ û gelek berhemên din Şehîd Mizgîn bi me re dijî. Mîra roja yekem ruhê xwe yê berxwedêr, hestên xwe yên şoreşgerî zindî dike. Şehîd Mizgîn di kaseta ji bo bîranîna Fermandarê Mezin Egîd de, bi van berhemên di vê kasetê de velorand, di ruhê me hê jî bahoza hestan digerîne.
DI WARÊ PÊŞXISTINA ÇAND û HUNERA KURDÎ YA LI SER XETA APOYÎ DE XWEDÎ KEDEKÎ GIRÎNG E
Şehîd Mizgîn sala 1962’an li gundê Bilêyder a Êlihê hate dinê. Hê ji temenê biçûk ve jiyana şoreşgerî, Têkoşîn Azadiya Kurd naskiriye û tevlî bûye, li gelek qadan kar kiriye. Piştî darbeya 12’ê Îlonê û şûxwnde di demên xeter de li Bakur tevlî kar bûye. Li Zindanan serdana hevrê Mezlûm Dogan kiriye, ji bo têkiliyên bi derve re çêbike, kuryetî kiriye. Dema ku mercên karkirinê namîne, derbasî Ewropa dibe, li vir cihê xwe di nava xebatên çand û hunerê de digire. Li gel Şehîd Sefkan, di avakirina Hunerkom û Koma Berxwedan de cihê xwe digirin, di pêşxistina çand û hunera Kurd a li ser xeta Apoyî de xwedî kedek mezin e. Hevrê Şehîd Mizgîn a li Ewropayê demek dirêj xebatên çand û hunerê bi rêve dibe, derbasî qada Serokatî dibe, li vir perwerdehiyê dibîne.
Hevrê Şehdî Mizgîn a bi hêza ku ji perwerdehiya li gel Rêbertî dibîne ve derbasî welat dibe û di mercên herî giran de têkoşîna xwe bi coşek mezin dike. Dibe yek ji fermandarê yekem a jin li eyaleta Mêrdînê kar dike û derbasî xeta Xarzanê dibe. Li qada Tetewanê têkiliyek xurt bi gel re çêdike. Şehîd Mizgîn di serî de bi jin û bi gel re girêdanê xurt çêdike, sûdên mezin dide şoreşa Kurdistanê. 11’ê Gulana 1992’an di şereke bi dagirerkên Tirk re heta guleya xwe ya dawî şer dike û tevlî karwanên şehîdan dibe. Şehîd Mizgîn bi qasî jiyan û têkoşîna xwe bi berxwedana xwe ya lehengî û şehîdbûna xwe di hişmendiya gel de ciheke mezin girtiye. Bi hezaran zarokên Kurd navê wê rakirine, dengê wê yê xweş û bi bandor bi hezaran ciwanên Kurd tevlî nava refên şoreşê bûne.
Em carekî din Şehîd Mizgîn bi rêzdarî û minet bibîr tînin, em ê jiyan û ezmûnên wê yên têkoşînê di xebatên xwe yên çand û hunerê de, di jiyana xwe ya şoreşgerî de bikin mînak.”