Komîteya Festîvalê ya Silêmaniyeyê, tevî ku fîlmê 'Ji bo azadiyê' bi xwe vexwend festîvalê, rojek beriya galaya Silêmaniyeyê bêhincet biryar da ku fîlm neyê nîşandan.
Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê nerazîbûn nîşan da û got, "Ji bo 5'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyeyê fîlmê 'Ji bo azadiyê' jî hate vexwendin, lê belê rojek beriya nîşandana fîlm, hate ragihandin ku ev fîlm ji bo festîvalê nehatiye qebûlkirin. Eşkere ye ku hinceta ji bo qedexekirinê hatiye nîşandan bêbingeh e û sedema esasî siyasî û madî ye. Raya giştî ya Kurd zane ku ev destwerdana di kêliya dawî de hate kirin, ji ber dewleta Tirk a mêtinger e."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Beriya du salan jî dewleta Tirk a faşîst nehiştibû fîlmê 'Ji bo azadiyê' li Silêmaniyeyê li sînemayan bê nîşandan. Li bajarekî Kurd ê weke Silêmaniye ku bi çand û hunerê tê naskirin, cihê xemgîniyê ye ku tiştên bi vî rengî bi serê fîlmekî Kurd hatiye anîn, di heman demê de dibe sedema hêrsê. Dewleta Tirk a mêtinger dijminê gelê Kurd e. Bi hemû derfetên xwe êrişî destketiyên gelê Kurd dike, wê êriş jî bike. Lê belê nêzîkatiya yên ku dibin amûrek ji van êrişan re û di nokeriyê de sînoran nas nakin, nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin.
Dewleta Tirk mîna gayê ku êrişê dibe ser şalê sor, çima êrişî vî fîlmî dike? Ji ber ku ev fîlm rûyê komkujer, barbar û bêpariya ji mirovahiyê yên dewleta Tirk a mêtinger teşhîr dike. Maskeyên li ber rûyê dewleta Tirk dixîne warê, rûyê qirêj deşîfre dike. Fîlm qala mafê xwerêveberiyê û têkoşîna xweparastinê ya gelê Kurd dike. Ev fîlm qala berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiyê dike, qala lehengên vê berxwedanê dike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide ku vî fîlmî li her derê qedexe bike û nehêle li welatên cuda bê nîşandan.
Baş e ev fîlm çawa li bajarekî Kurdan li Silêmaniyeyê ji aliyê hêzeke ku xwe weke Kurdistanî nîşan dide, li gorî daxwazên dewleta dijminê Kurdan û faşîst tê astengkirin? Hem li Bakurê Kurdistanê di berxwedana xwerêveberiyê de tu yê piştgiriyê nede, tu yê cihê xwe li gel negire, mîna ku ev têrê nake tu yê rabe nehêle fîlmê li ser vê berxwedanê bigihêje gel û ji ber xweranegirtina dijmin destûrê nede! Gelo ev ya qebûlkirinê ye? Aliyekî vê nêzîkatiyê heye ku bi hişmendiya neteweyî, bi feraseta demokratîk û hunerê bê vegotin?
Yên ku ji ber zextan nehiştin fîlm tevlî festîvalê bibe, nîşan dan ku çiqasî bêîrade ne, noker û xwedî ruhekî koletiyê ne. Eger ji ber sedemên siyasî û di berdêla derfetên madî de helwesteke bi vî rengî nîşan dabin, hingî rewş hîn metirsîdar e. Eşkere dike ku ev hêz çiqasî dûrî ji berjewendiyên neteweyî ye, li gorî berjewendiyên xwe yên sivik tevdigerin.
Lehengiya ku ev fîlm qalê dike, ji bo tevahiya gelê Kurd rûmet e. Mîrateyeke çandî û dîrokî ya mezin e. Çavkaniya rûmetê ji bo her Kurdên azad e. Ji ber vê yekê her Kurdên alîgirê azadiyê divê xwedî li vê bexwedanê û li vî fîlmê li ser vê berxwedanê derkevin. Ji bo yên ku li Silêmaniyeyê li pêşiya tevlîbûna li festîvalê bûne asteng jî şerm e. Divê ev şerm neyê nixumandin. Raya giştî ya Kurd divê vê helwesta nokerî û bêkarakter teşhîr bike, helwestê li dij nîşan bide. Eger raya giştî ya Kurd di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigere, di dema xwe de refleksê nîşan bide, rexne bike, hingî dikare li pêşiya helwestên bi vî rengî yên dema bê bigirin, ku zerarê dide doza azadiyê ya gelê Kurd.
Em vê helwesta ku fîlmê 'Ji bo azadiyê' asteng kiriye bi hêrs şermezar dikin û diyar dikin ku ev yek zerarê dide çand û hunera Kurd, zerarê dide doza Azadiyê ya Kurd. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi hestiyarî tevbigerin."