Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku divê em bêtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di pêvajoyeke ku îradebûneke bi heybet di şexsê rojiya mirinê û çalakiyên birçîbûnê yên ku ji zindanan destpêkiriye re şênberbûyî, ji vir belavê her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyê cîhanê bûyî û bi berxwedana dayîkan jî gihiştî lûtkeyê de em Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin. Yek ji sedemên herî girîng ê vê berxwedanê û berdêlên ku tên dayîn jî sekna dîrokî ya parastin û jiyanîkirina di serî de zimanê me û hemû nirx û pîroziyên me ye. Di vê wateyê de di serî de Rêber APO yê ku hemû nirxên me yên hebûnî ji nû ve vejandî, Cejna Zimanê Kurdî li gelê me yê berxwedêr û rêhevalên xwe pîroz dikin.

Weke tê zanîn di 15’ê Gulana 1932’yan de kovara Hawar a ku di pêşengîtiya Celadet Bedirxan de hatî weşandin, di nivîsîna elfabeya latînî ya zimanê Kurdî de, weke destpêk û pêngavekê, bû xwedî wateyeke dîrokî. Lewre ji sala 2006’an pê ve her roja 15’ê Gulanê û hefteya wê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Rastiyeke ku ji lêkolînên ziman, dîrok, etîmolojî û arkeolojî derdikeve holê, wê yekê nîşan dide ku zimanê Kurdî di nava zimanên herî kevin ê dîroka mirovahiyê de cihê xwe digire. Gel û welatê Kurdan di nava demên dirêj ên dîrokê de tevî êrîş, dagirkerî û bişavtina ku bi serê de hatî jî eger hîn jî bi ziman û çanda xwe li ser piyan mabe û li ber xwe dide, bê guman ev yek bi kokên wê yên kûr ve girêdayî ye. Zanyar û hişmendê mezin ê Kurd Ehmedê Xanê jî li ser vê rastiyê disekine. Polîtîka û pêkanînên qirkirin û dagirkeriyê yên ku gel û zimanê Kurd jiyaye, nekariye vê rastiya kokdar binixumîne û mîna giyayê ku di bin keviran de nemîne, azweriya jiyanê nîşan daye.

Sîstema navnetewî ya ku îro serweriya xwe dimeşîne, ne rastiya jiyanî lê înkara wê dide ferzkirin. Nimûneya vê ya herî berbiçav jî rêxistina bi navê “Netewên Yekbûyî”, di rastiyê de ne bi hizra “netew û gel” lê bi ya “dewlet û desthilatdarî” tevdigere. Eger di rastiyê de û di cewherê damezrandina wê de rastiya gel an jî civak heba, wê gelê Kurd jî bi ziman, çand û rengê xwe di nava wê de cih girtiba. Gelê Kurd ê ku li Rojhilata Navîn ji aliyê çar dewletan ve hatiye parçekirin, belavê cihên cuda yên cîhanê bûyî; bi çand, ziman û zaravayên xwe yên dewlemend ve ku digihêje nêzî 40 milyonî, hîn jî rastî polîtîkayên qirkirin û înkarê tê. Ev yek cewherê rastiya sîstema navnetewî ya ku em behsê dikin radixe pêş çavan. Di vî alî de rastiya gelê Kurd di cîhanê de pîvaneke mirovahî ya bingehîn e.

Ji ber ku rastiya sîstema navnetewî bi vî awayî ye, nayê wê wateyê ku gelê me wê vê yekê qebûl bike yan jî li benda çareseriya wê be. Jixwe rastiya berxwedana heyî vê helwestê nîşan dide. Lê belê pir eşkere xuyaye ku ji milê din ve jî, di pûçkirina pêkanîn û siyasetên qirker û bişavtînê yên sîstema serdest de jî kêmaniyên cidî û jiyanî berdewam dikin. Bi taybet jî di her qada jiyanê de bikaranîn, axivîn, nivîsîn û pê hizirîn her weha weke zimanê perwerde, ragihandin, wêje, siyaset, aborî û yê bazarê jî pêşxistina zimanê Kurdî, weke berpirsyariya herî cidî ya li pêşiya gelê me û rewşenbîrê me ye. Êdî pir eşkere xuyaye ku tu wate û naveroka gotinên mîna “ez bi zimanê xwe yê dayikê nikarim baxivim, binivîsim, fêm bikim, bihizirim” nemaye. Dema ku mijar çand û ziman be pêwîste helwest, sekn û çalakî, van gotin û helwestan çareser bike û sekneke dîrokî raber bike. Di vê wateyê de gotina “Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkevin” a Rêber APO sekna jiyanî ya ku divê bê raber kirin, nîşan dide.

Di vê wateyê de, di qonaxa jiyanî ya ku têkoşîna me bi berdêl û berxwedanên dîrokî gihiştiyê de, berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, bijîn, pêş bixin. Her weha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vî bingehî careke din roja watedar a Cejna Zimanê Kurdî ya rêhevalên xwe yên ku di berxwedana dîrokî de cihê xwe digirin û ya hemû gelê me pîroz dikin. Her weha em bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî bijîn û bi pêş bixin.