Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê êrişa li Rojava şermezar kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê êrişa ku dewleta Tirk li Rojava kir û te de Dêra Cuma Hemze şehîd bû û helbestkar Ferhad Merdê jî birîndar bûbû, şermezar kir.
Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê êrişa ku dewleta Tirk li Rojava kir û te de Dêra Cuma Hemze şehîd bû û helbestkar Ferhad Merdê jî birîndar bûbû, şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya komîteyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Berxwedana gel û berxwedana di Newrozê de bûye sîleyek li ser rûyê faşîzmê. Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla têk diçe û nikare bigihêje armanca xwe, êdî hunermend û helbestkaran dike hedef.
Li rojava hevalê me Ferhad Merdê û hevalên wî yên hunermend bûn hedef û ev jî diyar dike dewleta Tirk êrişên li ser gelê Kurd de her dem israr dike. Em Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê vê êrişê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata Dêrar Cuma Hemze yê şehîd bûyî dixwazin û ji Ferhad Merdê û hevalên din re jî şifaya xêrê dixwazin.”