Koma Şehîd Zerdeşt bi strana 'Asoy gel' berxwedana gerîla silav kir

Koma muzîkê ya Şehîd Zerdeşt bi stranekê berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê silav kir. Strana bi navê "Asoy gel" diyarî gerîla hate kirin.

Koma Şehîd Zerdeşt ku li Germiyanê kar dike, stranek bi navê 'Asoy Gel' amadekirin û pêşkêşî gerîlayên azadiyê kirin.

Koma Şehîd Zerdeşt diyar kir, ku ew bi vê berhema xwe piştgiriyê didin berxwedana gerîla û bang li hunermendên Kurd jî kir bi hunera xwe piştgiriya berxwedana gerîla bikin.