Koma Şehîd Serdeşt bi klîbekê piştgirî da berxwedana Zapê

Koma Şehîd Serdeşt ji bo piştevaniya berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk klîbek bi navê ‘Bazên Çiya’ çêkir.

Piştevaniya ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê li dijî êrîşên qirker-mêtinger ên dewleta Tirk û hevkarên wê zêde dibe.

Komek ji ciwanên Germiyanê ku bi navê 'Koma Şehîd Serdeşt' karê hunerê radibin, ji bo piştevaniya gerîlayên azadiyê yên li Zap, Avaşîn û Metîna li ber xwe didin klîbek nû ya bi navê ‘Bazên Çiya’ çêkir. 

Komê diyar kir ku gerîla li Zap, Avaşîn û Metîna xaka Kurdistanê diparêzin û wan jî bi vê berhema xwe têkoşîn û lehengiya wan tîne ziman. Her wiha hate gotin ku divê hunermend bi hunera xwe li ber êrîşan rabin.