Koma Çiyayê Kurmênc bi rêya govendê şerê dagirkeran dike
Koma Çiyayê Kurmênc di sala 1992'an de ji aliyê Kurdên bajarê Helebê ve bi navê Koma Kalan hat damezirandin. Endamên komê diyar kirin ku ew bi rêya çandê dikarin şerê qirkeran bikin.
Koma Çiyayê Kurmênc di sala 1992'an de ji aliyê Kurdên bajarê Helebê ve bi navê Koma Kalan hat damezirandin. Endamên komê diyar kirin ku ew bi rêya çandê dikarin şerê qirkeran bikin.
Di sala 1992'an de, ji bo ku çand û hunera Efrînî neyê jibîrkirin û her ku biçe ew çand biveje û şîn bibe komek bi navê Kalan ji aliyê Kurdên Helebê hat damezirandin. Ew kom bi giştî ji temenmezinên Kurd ên wê demê hat avakirin.
Bi demê re ew kom mezin bû û hejmara endamên wê zêde bû. Pê re jî tevlî gelek şahiyên neteweyî bûn û govenda xwe pêşkêş kirin.
Mustefa Suleyman Weqas 64'ê salî û yek ji welatiyên gundê Kaxrê ya herêma Efrînê ye qala destpêka damezirandina komê kir û got “Li bajarê Helebê ev kom hat damezirandin. Di destpêkê de me ev kom bi navê koma Kalan di sala 1992'an de ava kir. Me provayên xwe ji hikumeta Şamê veşartî dikir û me ji devê xwe muzîk derdixist. Bi vî awayî me me dixwest kes nizanibe em ji bo koma govendê provayên xwe dikin. Bi demê re koma Kalan di nav gel û civakê de navdar bû. Me ji bo rewşa ewlehiyê navê komê guhart û kir Koma Şehîd Serhed. Her wiha di wê demê de pirî caran em diçûn Lubnanê û li wir me govenda xwe pêşkêş dikir.Her wiha hin caran em diçûn Newrozên herêma Cizîrê û li wir em bi rêya govendê tevlî nav şahiya Newrozê dibûn. Li kêleka wê em pirî caran diçûn Şamê û li wir jî şahiyên netewî dihatin pîrozkirin me di wan şahiyan de cihê xwe digirt."
Piştî aloziya Sûriyeyê gelê Kurd ê ku li bajarê Helebê diman piraniya wan berê xwe dan herêma Efrînê. Li wir koma ku bi navê Şehîd Serhed dihat naskirin bû Koma Çiyayê Kurmênc û li wir Koma Çiyayê Kurmênc rêxistina xwe di Efrînê de xurtir kir û tevlî hemû şahî û pîrozbahiyên neteweyî bûn.
Mustefa Suleymen Waqas di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî koçberiya wan ji Efrînê rewşa çandê her ku diçû lawaz bû û ji ber vê bi awayekî bi lez xwe li Şehbayê rêxistin kirine û got “Bi rastî çand bi koçberiyê gelekî bandor dibe ji ber wê me li Şehba jî ji bo em nekevin neyîniyên koçberiyê me koma xwe bi awayekî lezgîn orgenîze kir û mezin kir. Niha jî em bi rêya govendê şerê dewleta Tirk û hemû desthilatên qirker dikin.”
Dîlanên ku Koma Çiyayê Kurmênc dikin bi giştî ji çand û kevneşopiyên gelê Kurd û Efrînî ne. Her wiha her dîlanek çîrok û dîrokeke wê heye, her dîlanek dîroka wê vedigere çîrokeke berî bi 300 sal yan jî zêdetir. Li ser vî esasî Mihemed Henîf yê ku bi navê Bavê Elî tê naskirin destnîşan kir ku ew di sala 2010’an de tevlî vê komê bûye û got "Temenê her dîlanekê qasî bi sedsalan heye. Her wiha her dîlanek çîrokeke xwe ya taybet heye. Sermesele dîlana 'Yagli Kenar' çîrokeke xwe kevnar heye. Dibêjin di sibeha dawetê de dema dahola defê dest pê dikin, dayîk û jinan dew yan jî mast di hundirê meşkê de dikewandin, rûn ber ser dew diket û dema ku rûn vala beroşê dikirin, li derdora kenara beroşê rû kom dibû. Ev rûn jî xwedî taybetmendiyeke giran û xweş bû. Ji ber wê digotin pêwîst e govenda sibeha dawetê jî xwedî taybetmediyeke xwe ya giran û xweş hebe. Di wê demê de navê govendê kirin 'Yagli Kenar'.
Her wiha dîlanek heye bi navê dîlana ‘Sanciyê’ tê naskirin ew dîlan jî xwedî dîroke kevin e. Dema ku yek ji endamên govendê yan jî kesên li wir zikê xwe diêşî, doktor yan jî kesên zana ji bo ku wî kesî îlac bikin tune bû. Bi demê re xelk fêr bû ku bi pîvanê dikarin xelqê îlac bikin û li gorî vê çîrokê dîlana Sanciyê hat çêkirin."
Endamên koma Çiyayê Kurmênc cilên kevneşopî yê Kurdî li xwe dikin, her tiştekî ji cilên wan jî xwedî rol û cihekî taybet di dilê Kurdan de ye. Dayîka Emîna Mûse yê 67 salî qala cil û bergên xwe dike û wiha got "Di sala 1999'an ez tevlî Koma Çiyayê Kurmênc bûm. Hemû cil û bergên me yên Kurdî ne. Ev jî ji bo ku hemû zarokên me zanibin em xwedî dîrok û çandê ne. Ez niha di Koma Çiyayê Kurmênc de cih digirim. Her tiştek ji cilên me bi destan tê çêkirin û rengên kesk, sor û zer rengên bingehîn ên cilên me ne. Ji ber ku rengên biharê ne û rêngê xwezayê ne. Bi vî temenî ez jî dîlanê dikim. Bi vê re dixwazin bersivekê bidim neyarên me da ku zanibin em dijîn û em ê bi çanda xwe jî bi ser bikevin.”