KNK'ê ji ber wefata Beytocan peyameke sersaxiyê weşand

KNK'ê ji ber wefata Beytocan peyameke sersaxiyê weşand û got, "Beytocan semyaneke hunerî li pey xwe hêla. Ew li asîmanê hunera gelê Kurd stêreke geş bû û diçirisî. Ew evîndarê gelê xwe û kovandarê welatê xwe bû."

Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata hunermendê Kurd Beytocan peyameke sersaxiyê weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Em Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya KNK’ê, ji ber wefata hunermendê Kurd Beytocan xemgîniya xwe diyar dikin."

KNK'ê got, "Beytocan semyaneke hunerî li pey xwe hêla. Ew li asîmanê hunera gelê Kurd stêreke geş bû û diçirisî. Ew evîndarê gelê xwe û kovandarê welatê xwe bû. Em bawer dikin ku wê şewqa hunera wî cîhana hunermendiya gelê Kurd û Kurdistanê ti caran bê ronahî nehêle."

KNK'ê sersaxî û aramî ji gelê Kurd û Kurdistaniyan, ji dost û hezkiriyên wî re, ji malbata wî re xwest.