KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurdistanê pîroz kir

KNK: Di vê rojê de, em her Kurdekî bi zimanê Kurdî diaxive, bi Kurdî dijî û bi Kurdî giyanê xwe fedayê parastina ax û çanda Kurdistanê dike silav dikin.

Komîsyona ziman, çand û perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejn li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev cejn jia liyê wate, giranî û pêwîstiyê ve ne kêm e ji cejnên din ên neteweyî û hat destnîşankirin, ku Cejna Zimanê Kurdî jî cejneke niştimanî ya gelê Kurd e û divê bi vê pîrozî û rûmetê bê nirxandin.

Komîsyonê diyar kir, ku zimanê Kurdî zimanekî resen û kevnare ye û zext û zordariya serdestan a li ser zimanê Kurdî bibîr xist.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser statuya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku ji bo parastin û di asta akademîk de pêşvebirina zimanê Kurdî û fermiyetiyê ve, derfetên girîng e.

KNK'ê işaret bi girîngiya standarbûna diyalektên Kurdî kir û wiha dewam kir: "Neteweya Kurd yek netewe ye, xwedî yek ziman e, ku bi zaravên cuda zimanê Kurdî ye. Ji ber şêwandina demografiyê û bi Ereb, Tirk û Farskirin û sepandina çand û zimanên xwe bi ser ziman û çanda Kurdî, ev zaravên han ketine bin bandora zimanê serdestan û ji hev du dûr xistine. Ti ji zaraveyan bi ser yê din miselet nîne û nayê fêkirin û nayê sepandin. Destnîşankirin û danana rojên zimanê Kurdî weke cejnekê bi Însiyatîfa KNK'ê, girîngîdane bi zimanê Kurdî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), roja cejna zimanê Kurdî li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Di vê rojê de, em her Kurdekî bi zimanê Kurdî diaxive, bi Kurdî dijî û bi Kurdî giyanê xwe fedayê parastina ax û çanda Kurdistanê dike silav dikin. Silav ji bo dayikên me, ew mamostayên pêşengên me yên bi meziniya xwe  zimanê me bi Kurdî bijirand û em bi kurdî xwedî kirin."