BI DÎMEN

Kevneşopiya civaka Kurd pêş dixe

Helezê da zanîn ku ew dev ji hunera xwe bernade û ew ê kevneşopiya civaka xwe bi pêş bixe.

Piştî demekê li Rojavayê Kurdistanê ji bilî dayik û dapîrên me êdî tu kes bi karê destan ve mijûl nabe. Lê belê niha ciwanên Kurd êdî bi karê destan ve mijûl dibin.  

Yek ji wan ciwanên jin jî Helez Temo a 16 salî ye ku bi hezkirin nêzî karên destan dibe. Helezê  jiyana xwe bi morîkan xemilandiye û bi ked û fikrên  xwe tiştên nû diafirîne. Helez ji ANF’ê re axivî û qala karê xwe kir.

JI DAPÎRÎRA XWE FÊRÎ VÎ KARÎ BÛYE

Helez Temoyê bal kişand li ser destpêkirina karê xwe û ev yek anîn ziman: “Ez pir ji karê destan hez dikim û niha wî karî dikim. Ez ji dapîra xwe fêrî vî karî bûm. Dema ku dapîra min ev kar dikir, min jî ew temaşe dikir û roj bi roj fêrî vê hunerê dibûn. Di destpêkê de min ev huner ji tu kesî re pêşkêş nedikir, bi tenê ji malbat û hevalên xwe re çêdikir. Dema ku min dît herkes gelekî vî karê min diecibîne, ez gelekî kêfxweş bûm û min biryar da ku ez girêdayî vî karî çanda xwe zêdetir pêş bixim.”

TEVLÎ MÎHRÎCANA DIBE

Helezê anî ziman ku ew tevlî mihrîcana Adara 2023’yan a bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê hate lidarxistin, bûye û bi van gotinan qala tevkîbûna mîhrîcanê kir: “Di Adara 2023’yan de pêşangehek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate vekirin. Navê min jî di vê pêşangehê de hate hilbijartin. Ji ber ku ez karê xwe yê destan de bi taybet keviran bi kar tînim, vê yekê bala herkesê ku dihat pêşangehê dikişand. Ev yek bû derfeteke mezin da ku navê min li ser karê destan belav bibe. Di Xizîrana  2023’yan de jî pêşangeheke bi navê Xewnên Biçûk hate vekirin. Navê min di vê pêşangehê de jî hate hilbijartin.”

HER ROJ XWE BI PÊŞ DIXE

Helezê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “A rastî min xwe di vî karî de gelekî pêş xist. Beriya niha min nedikarî ku tiştên ku bihayê wan giran bikirim ji ber wê jî min nedikarî karê xwe di çarçoveya ku min dixwest de bikim. Lê a niha bi dahata ji karê xwe bi dest dixim, têrê dike ku morîk û kevirên herî xweşik bikirim. Ev yek jî gelekî bandorê li karê min dike û karekî pir xweşik derdikeve holê. Niha min di karê xwe de giranî daye li ser tiştên kevnar û kevneşopiyên civakê.”

CIVAK JÊ SÛDÊ WERDIGIRE  

Helêzê got ku di vî karî de tim nûbûyînek heye û di dawiya axaftina xwe de wiha qala karê xwe yê destan kir: “Min di destpêkê de tenê ji bo xemilandina jinan ev kar dikir. Lê niha tiştên gelekî cuda jî çêdikim. Weke depên wêneyan, tabloyên bi navên kesan û ji bo cil û bergên Kurdî ên jinan kum û kemeran jî çêdikim. Ev kevneşopiyeke civaka Kurd e. Ji bilî dayik û dapîrên me êdî tu kes karên bi vî rengî nake. Ev yek jî bû sedem ku ez xwe li ser vî karî roj bi roj pêş bixim û vê çandê di nava civaka xwe de ji nifşê nû re veguhezînim. Ez bangî hemû ciwan û jinan dikim ku her çi huner û daxwazên bi vî rengî  di dilê we de hebe, derxînin holê û xwe pêş bixin.”